Leyla Guven nekarî tev li şîna dayika xwe bibe

Leyla Guven ku 59 roj e di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ye, nikare bimeşe û ji ber wê jî nekarî tev li şîna dayika xwe bibe.

Leyla Guven nekarî tev li şîna dayika xwe bibe
5 ÇILE, 2019   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevsreoka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven îro 59 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Duh dayika Leyla Guven, Cevriye Guven li Konyayê çûbû ser dilovaniya xwe. Leyla Guven duh bi rêya parêzeran, ji bo beşdarî şîna dayika xwe bibe, serî li serdozgeriyê dabû. Serdozgeriyê jî destûra tevlêbûna Leyla Guven dabû.

Li gorî agahiyên ku parêzerên Leyla Guven dan, ji ber nebaşiya rewşa wê ya tenduristiyê, nikare tev li şînê bibe. Duh di saetên êvarê de rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven hatibû kontrolkirin. Her çendî erkdarên tenduristiyê ji bo rewşa wê hişyarî dan jî, lê dîsa wê xwest tev li şîna dayika xwe bibe. Li ser xwesteka Leyla Guven, erebeya rîngê (erebeya veguhastina girtiyan) hat amedekirin. Lê beriya rêwîtiyê dîsa kontrola tenduristiyê hat kirin. Di encamê de tansiyona bilind, bêhalî, xelandina mîdê û gêjbûna serî, hat tespîtkirin.

 Leyla Guven ku nedikarî bimeşe, li ser hişyariya parêzeran biryar da ku tev li şîna dayika xwe nebe.