Çerkazên Minbicê: Em qebûl nakin zulm û teror vegere bajarê me

Pêkhateyên Çerkez ên Minbicê gotin:"Em napejirînin bi rêya Erdogan zulm û teror vegere Minbicê." Her wiha pêwîstiya hevgirtinê li hember daghirkeriya Tirk tekez kirin.

Çerkazên Minbicê: Em qebûl nakin zulm û teror vegere bajarê me
5 ÇILE, 2019   06:32

SELWA EBDILREHMAN / MINBIC

Ji 13'ê meha borî ve Erdogan gefên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ji wê demê ve bertkên redkirina dagirkeriyê derdikevin. Şênî çalakiyên konvedanê orgenîze dikin û mîna mertalên zindî li ser sînorê li hember dewleta Trik a dagirker disekinin.

Yek ji herêmên ku Tirkiyê armanc dike wê dagir bike, bajarê Minbicê ye.  Minbic ji 2016'an ve bi saya bi hezaran zarên Minbicê ku cih di QSD`ê de digirin ji terora DAIŞ`ê rizgar bûye. Çeteyên DAIŞ`ê ku ewlehiya cîhanê tehdîd dikir, 3 salan li ser sînorên Tirkiyê beyî ku dewleta Tirk a dagirker tevbigere an jî bilebite man.

Li gor şêniyên bajarê Minbicê ew li ser bingeha pergalek demokratîk xwe bi xwe rêve dibin, berovajî herêmên bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên ne ewle.

Çerkezên Minbicê li ser gefên dagirkeriya Tirkiyê ji Minbicê re ji ajansa me re axivin û nêrînên xwe parve kirin.

Hevserokê Komeleya Çerkezên Minbicê Ezîz Kiray got:"Wek pêkhateya Çerkez em ji kevn de li Minbicê bi pêkhateyên din re di nav aştî, hezkirin û rêzdariyê de ne. Piştî ku QSD`ê Minbic rizgar kir, hevgirtina me zêde bû. Bi saya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  me mafê xwe bi dest xist.”

Kiray got: "Ji bo Sûriyeyeke azad û demokatîk ku gelê Sûriyê mafên xwe pêk bîne, hevgirtin girîng e."

Ji aliyê xwe ve Widad El-Şamil destnîşan kir ku ew dabeşkirina Sûriyê qebûl nakin û diyar kir ku Minbic beşek nayê ji axa Sûriyê nayê parçekirin.

Widad li gotinên xwe zêde kir û got: "Em dest ji axa xwe bernadin. Dewleta Tirk dijminekî hov û dagirker e. Tirkiye piştevanê çeteyên DAIŞ'ê ye û sînorên Tirkiyê ji bo ku derbasî Sûriyê bibin, bi kar tînin.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Widad teqez kir ku Minbic bi saya fedekariyên tevahiya pêkhateyên Minbicê û Sûriyê hate rizgarkirin. Widad vegera terorê ji bajêr re bi rêya Erdogan red kir û got: "Em napejirînin zulm û teror bi rêya Erdogan vegere welatê me û qebûl nakin Tirkiye û çeteyên wê derbasî bajarê me bin." 

ANHA