Jeffrey li cihê McGurk hate erkdarkirin

Hate ragihandin ku li cihê Bret McGurk ê ku li dijî biryara vekişîna Sûriyeyê ya Serokê DYA Donald Trump îstifa kiribû, James Jeffrey hate wezîfedarkirin.

Jeffrey li cihê McGurk hate erkdarkirin
5 ÇILE, 2019   06:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Bret Mcgurk roja 21’ê Kanûnê îstifa kiribû.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ragihand ku li cihê McGurk, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê DYA’yê James Jeffrey hatiye erkdarkirin. Jeffrey wê her du peywiran bi hev re bike.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku wê Jeffrey biryara vekişîna leşkerên Amerîka ji Sûriyê ya Donald Trump ‘birêvebibe û koordîne bike’.

Di daxuyaniyê de têkildarî vekişînê tu dem nehate diyarkirin û hate ragihandin ku ‘ji bo li Sûriyê li dijî çeteyan valehî çênebe’ wê vekişîn ‘bi koordîne be’.