Di navbera çeteyên Tirkiyê de şer dijwar dibe

Li gundewarên Idlib, Hema û Helebê şerê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de didome. Di encama şer de gelek kes hatin kuştin.

Di navbera çeteyên Tirkiyê de şer dijwar dibe
3 ÇILE, 2019   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li herêmên bêçek, ji şevê din heta van kêliyan tu şer û topbaran çênebûn. Lê belê li herêmên parêzgehên Ildib û Helebê yên di bin dagirkeriya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagiker de, şer didome.

Navendê diyar kir ku şerê mezin di navbera komên çete li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de yên bakurê Sûriyê li eniyên gundewarên Idlib û Hemayê didomin.

Li gorî agahiyên ku navendê belav kirin, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê bi dehan erebeyên leşkerî ji saetên sibê ve êrîşî eniyên Tiremle, Keraa, E-Feqî, Um Sîr û sûka pez ên derdora Şêx Mustefa, Ernebe ya aliyê başûr a gundewarên Idlibê û El-Musterîhe, Şolîn, El-Dêrone, Mezret El-Casim û Ceb Silêman ên gundewarên Cebel Şehşebo ya gundewarên Idlibê, êrîş pêk anîn.

Şerên giran di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên bi navê Cebhet El-Wetaniyê de diqewimin, di demekê de ku çeteyên Tehrîr El-Feqî gundewarên Kersa, Ernebê, Şehirnaz, Meydan, Xezal, Şolîn, Şîr mixer, Qere Cirin, El-Dîronê, Mezra El-Casim û Ceb Silêman û noqteyên din li herêmê kontrol kirine.

Li aliyê rojavayê gundewarên Helebê hîna şer dem bi dem rû did.  Şer di navbera çeteyên Nuredîn El-Zenkî ya di bin sîwana çeteyên Cebhe El-Wetaniyê de û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de li Xan Esil, Bilinta, Miklibîs, Ebîn û El-Cînê rû dide.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di kontrolkirina El-Cînê û Ebîn ên rojavayê Helebê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.