Honduras li Qudsê balyozxaneya xwe vedike

Honduras, Îsraîl û DYA`yê ragihand ku dê danûstandinan ji bo amadekariyên vekirina balyozxaneya Hondurasê li Qudsê bikin.

Honduras li Qudsê balyozxaneya xwe vedike
2 ÇILE, 2019   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên dervê yê Amerîkayê Mike Pompeo, serokwezîrê Îsralê Binyamin Netanyahu û serokê Hondurasê Juan Orlando Hernandez peyameke hevbeş ragihand. Hevdîtin duh li Brezîlyayê piştî merasîma erkdayîna serokê Brezîlyayê Cabir Bolsonaro pêk hat. 

Rûsya El-Youm ragihand ku peyam wiha ye: “Her sê alî li paytextên xwe hevdîtinan li dar bixin, ji bo vekirina 2 balyozxaneyan li Diyago Sîcaliya (paytexta Hondurasê) û li Qudsê."

Hernandez der barê mijarê de ji rojnamegeran re wiha got: “Ev her sê goftugo nîşanên koalîsyoneke siyasî ya girîng in.”

Honduras, li Amerîkayê dewleta sêyemîn e ku biryara serokê Amerîkayê ji bo veguhestina balyozxaneyê ber bi Qudsê ve piştî Guatemala û Ûrûguayê erê dike.

Honduras, ji beriya veguhestina balyozxaneyê şertên ku li ser bingeha hevgirtineke aborî di navbera her du welatan de ye, 3 şertên ‘bidestxistina alîkariya Îsraîlê di beşa feza El-Sîbiranî de, tunekirina bûyerên rêxistinkirî û Îsraîl her dem pisporan ber bi Honduras ve bişîne’ danîn pêşiya hikumeta Îsraîlê.