Berhem Salih diçe Enqerê

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih wê îro serdana Enqereyê bike. Dê di hevdîtinan de rewşa Sûriyê û têkiliyên Irqa û Tirkiyê bên axaftin.

Berhem Salih diçe Enqerê
2 ÇILE, 2019   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih wê îro di saet 16:00’an de biçe Enqereyê. Tê gotin ku dê di hevdîtinê de rewşa Sûriyê bê axaftin û têkiliyên Iraq û Tirkiyê bên destgirtin.

Salih meha derbasbûyî, ji aliyê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ve bi rêya sefîrê Bexdad ê Fatîh Yildiz hat vexwendin.