Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa berfirehbûna serweriya Tirkiyê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, vekişandina Amerîka ya ji Sûriyê, avakirina hikumeta Lubnanê û Sûdanê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
2 ÇILE, 2019   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Derengxistina vekişanda hêzên DYA`yê rê li ber Tirkiye û Îranê li Sûriyê digire

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb got: "Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku Trump biryara dirêjkirina dema vekişandina Amerîka ji Sûriyê heta 4 mehan erê kir. Çavdêran ji rojnameyê re got biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê, dê derbasbûna Tirkiyê nava Bakurê Sûriyê bisekinîne. Her wiha dê çareseriya siyasî di navbera hemû aliyên şer li qada Sûriyê de bi lez pêk were û belavbûna Îranê li Sûriyê bisekine.”

Şerq El-Ewset: “Heyet Tehrîr El-Şam” li gundewarên Helebê piştî şerên dijwar bi komên muxalefetê re bi pêş dikeve

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa berfirehbûna serweriya Cebhet El-Nusra li bejahiya Helebê kir û wiha pê de bir: “Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) roja Sêşemê piştî şerê dijwar bi komên muxalefeta Sûriyê re, piraniya bajarokê Dart Ize û hin gundên li bejahiya rojavayê Helebê kontrol kirin.

Fermandarê Cebha El-Weteniye ya Tehrîr a muxalefetê ji ajanseke Almanyayê re wiha got: “Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam piştî şerê bi çekdarên Tevgera Nûr El-Dîn Zinkî ya girêdayî Cebha El-Weteniye re, derbasî bajarok bûn (Dart Ize). Her wiha Cebha El-Weteniye jî bajarokên Teqad, Besreton, El-Raşîdîn, gundên El-Seîdiye, Acil, benda kontrolê ya El-Hebat û Belnta yên bejahiya rojavayê Helebê kontrol kirin. Di encamê de hin sivîl bûn qurbanî.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Heydar El-Ebadî ji ber hevalbendiya bi DYA û dewletên Kendavê û taybet Siudî û dûrxistina xwe ji Îranê û hevalbendên wê yên Iraqê, temen dide.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistinê rayedarên Filistînê ji rojnameya El-Heyat re ev agahî dan: “Wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji rayedarên Filistînê re plana Amerîkayê beriya îstîfakirinê di meha Mijdara borî de, eşkere kir. Rayedarên Filistînê jî got plan avakirina dewleteke Filistinê li Xezayê ye.”

Lubnan

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset behsa avakirina hikumeta Lubnanê kir û wiha got: “Serokê hikumeta Lubnanê Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê di demeke kurt de bi israr e. El-Herîrî hêvî kir ku beriya lûtkeya aborî ya Erebî ku tê payîn 19 û 20`ê Çileyê li Beyrûtê were lidarixistin, hikumet were avakirin.”

Sûdan

Têkildarî serhildanên li Sûdanê jî rojnameya El-Ereb nûçeyeke xwe wiha ragihand: "Li hember serhildanên ku ev zêdetirî 2 hefteyan e têne lidarxistin û roj bi roj berfireh dibin, serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr bi tena serê xwe ma.”

Yemen

Rojnameya El-Heyat behsa aloziya Yemenê kir û wiha nivîsand: “Komîteya Bilind a Alîkariyê ragihand ku hêzên Hûsî yên ji Îranê piştgiriya xwe digirin, ji Gulana 2015’an heta Kanûna 2018`an 88 keştiyên alîkarî, bazirganî û petrolê qedexe kirin ku derbasî benderên El-Hudeyda û El-Selîf ên parêzgeha El-Hudeyda bibin.”

(kc)