Kongreya Star ji Hûriye re bû cihê hêvî û bawerî

Şerê li herêmê wek gelek jinan, hêviyên jina bi navê Hûriye ji jiyanê qut kiribû, lê bi xwedîlêderketina Kongreya Star, dest bi xebatê kir, baweriya wê bi îrdeya wê û hêviyên ji jiyanê lê vegeriya.

Kongreya Star ji Hûriye re bû cihê hêvî û bawerî
2 ÇILE, 2019   07:19

ARŞÎN NECAR-ROZANA DADO / HELEB

Şerê li Sûriyê, wek hemû şeran herî zêde bandorên neyînî li jinan dike. Şer dibe sedema êş û azaran. Piraniya jinan zarok û malbatên xwe winda kirine û bûne qurbana vî şerê dijwar. Lê bi azadkirina herêma Bakurê Sûriyê û vebûna saziyên jinê, rewşa jinên herêmê hat guhertin. Jinan bi saya şoreşê xwe bi rêxistin kirin û saziyên xwe avakirin.

Yek ji van herêman jî taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Jinan Kongreya Star avakir û xwe bi rêxistin kirin. Bi saya saziyê jinên taxê gihiştin hev, xwe bi rêkxistin kirin û gelek alîkarî dan jinên taxê. Yek ji van jinan jî jina bi navê Hûriye Mihemed e.

Hûriye û çîroka wê

Jina bi navê Hûriye 46 salî ye û ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd e. Hûriye yê peymangeha Bazirganî ya Helebê xilas kiriye. Hûriye li gel dayîka xwe di malek biçûk de jiyan dike. Bavê wê çûye ser dilovaniya xwe, 7 xwişk û 4 birayên wê hene. Piraniya wan li derveyî taxê û dewletên derve bi cih bûne.

Hûriye yê ji beriya aloziya Sûriyê, hem dixwend hem jî di şirketek a cilan de kar dikir. Hûriyê bi karê ku dikir debara xwe pêktanî. Bi destpêkirina aloziyê re Hûriye ji karê xwe qut dibe û bi vê re jiyana wê serûbin dibe. Hûriye jî wek gelek jinan dibe qurbaniya şerê li Sûriyê.

Hûriye ji ber nexweşiyên dayîka xwe gelek rojên zehmet derbaz dike. Ji ber ku nedikarî pêdiviyên jiyanê peyda bike, neçar dima ku dayîka xwe bişîne cem xizmên xwe.

Kongreya Star bû çareseriya pirsgirêkên Hûriye yê

Dema ku Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd aktîv û, endamên saziyên serlêdan, alîkarî û pirsîna rewşa jinên taxê ji xwe re kirin karek rojene. Mal bi mal pirsa rewşa jinan dikirin..

Kongeya Star serlêdana Hûriye yê jî kir û pirsgirêkên wê guhdar kirin. Piştî wê Kongreya Star ji bo Hûriye yê karek di beşê Darayî de peyda kirin.

Birêxistinkirin, di jiyana Hûriye yê de bû nuqteyek veguhertinê

Hûriye destnîşan kir ku Kongreya Star jiyana wê guher3ı û wiha axivî: “Piştî ku ez tevlî dewreyên perwerdeyê bûn, min gelek tiştên girêdayî jinê naskir û ez gelek ji kesayeta Ocalan bandor bûm.”

Hûriye got ku karê wê yê di Kongreya Star de bûye çavkaniya hêz û îradeya wê ya di demê şer de hatî şikandin.

Hûriye yê di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinan kir û wiha got: “Divê hemû jin ji hêz û îradeya xwe bi bawerbin.”

(şx)

ANHA