KPCD-Jin: Em ê li hember siyasetên Tirkiyê li ber xwe bidin

Endamên KPCD-Jin’ê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê heta daiyê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

KPCD-Jin: Em ê li hember siyasetên Tirkiyê li ber xwe bidin
30 kanûn, 2018   11:06

HESEKÊ

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan mamosteyên jin li navenda Komîteya Perwerdeyê ya li taxa Til Hecer a Hesekê ji aliyê endama KPCD-Jin’ê Songul Umer ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Piştî heft salan ji şoreşa Sûriyê û bi taybet rojavayê Kurdistanê ku karibû herêmê ji terorê rizgar bike û terora DAIŞ’ê têk bibe û wê ber bi tunekirinê ve bibe, bi biryara Amerîkayê ya vekişandina ji Sûriyê gelek aloziyên siyasi, civakî û leşkerî derketin holê. Yek ji van aloziyan jî gefên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser in ku aramî û pêşketinên mezin bi dest xistin.

Tirkiye dixwaze terora DAIŞ’ê ku ber bi tunbûnê ve diçe, xurt bike û herêmê dagir bike bi destê terorîstên ku li cem Tirkiyê hebûna xwe didomînin. Li ser van bingehê divê tevahî gelên ku li vê xakê dijîn, ne tenê Kurdên Apoyî, divê bilî serkeftinê tişteke din ji xwe re nekin armanc. Lê belê ev serkeftin jî bi birêxistinbûn û bi berxwedana xeta rêber Apo re pêkan e.

Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû hêz, civak, sazî û dewletên navneteweyî re radigihînin ku em ê li hember siyaseta dewleta Tirk a bi armanca dagirkirina xaka welatê me derkevin û li ber xwe dibin û xewn û xeyalên Erdogan bi saya şervanên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk têk bibin û parastina xaka welatê xwe heta dawiyê bikin.”

ANHA