Şêniyên Serêkaniyê: Biryara me li dijî dagirkeriya Tirkiyê berxwedan e

Şêniyên Serêkaniyê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û teqez kirin ku ew ê li ber xwe bidin û bi QSD`ê re li dijî Tirkiyê bisekinin.

Şêniyên Serêkaniyê: Biryara me li dijî dagirkeriya Tirkiyê berxwedan e
30 kanûn, 2018   08:30

HESEKÊ

Şêniyan herêma Serêkaniyê destnîşan kirin ku Tirkiyê teror derbasî herêmê kir û herêm wêran kir. Niha jî ew bi xwe hewl dide derbasî herêmê bibe û projeya terorîstan temam bike.

Girêdayî mijarê ajansa Hawarê nêrînên şêniyên Serêkaniyê girtin. Welatiyê bi navê Silêman Tewîl got dewleta Tirk bi serkêşiya serokê AKP`ê Erdogan asta gefên xwe li ser  Bakur û Rojhiltê Sûriyê bi rêya derewên ku ji rastiyê dûr in, zêde bûne.

Tewîl girêdayî îdiayên dagirkeriya Tirk ku qaşo gelê Kurd dê rizgar bike, wiha got: "Gelo dewleta Tirk dê me ji kê rizgar bike? Gelo mebesta wê zarên me ne ku di nav QSD, YPG û YPJ`ê de şer dikin? Erdogan heman îdia gotin dema êrîşî Efrînê kir û der heqê şêniyên wê de komkujî pêk anî. Bi dehan zarok kuştin û heta niha wan binpêkirinên xwe der heqê şêniyên Efrînê de didomîne.”

Silêman teqez kir ku ew ji 7 salan ve ji komên terorîst bi saya QSD`ê rizgar bûne. Silêman destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku careke din teror vegere herêmê ku Tirkiyê ew derbasî Sûriyê kirin. Di dawiyê de Silêman bal kişand ku ew li rex QSD’ê ne û dê li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Remedan Ebdulrehman ê ji şêniyên Serêkaniyê axivî û zelal kir ku armanca Erdogan ne tenê têkbirina hêzên leşkerî ye lê belê tevahiya gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan e, ji ber ku ew dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne.

Her wiha Ebdulrehman bal kişand ku ew bi di nav aştî, ewlehî û azadiyê de ne. Ebdulrehman destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk nikare vîna wan û QSD`ê bişikîne û ew dest ji xaka xwe bernadin.

Di dawiyê de Ebdulrehman bang li dewletên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesta xwe li hember siyaseta Tirkiyê û gefên wê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal bikin

Welatiyê bi  navê Casim Mihemed Semio jî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kir û wiha got: “Em gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û li hember disekinin. Gelo îro piştî herêm ji terorê hat rizgarkirin, Erdogan çi dixwaze? Em niha di nav ewlehiyê de ne, gelo hewl dide terorê careke din vegerîne herêmê?”  

Semio bang li dagirkeriya Tirk kir ku ji axa Sûriyê derkeve, ji ber ku gel wê napejirîne û wê wek hêzek dagirker dibînin. Semio li gotinên xwe wiha zêde kir: "Serokê AKP`ê Erdogan ê derewîn û selefî bi rêya derewên xwe û piştgiriya komên terorîst dê Tirkiyê hilweşîne."

Casim Mihemed Semio di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên Osmaniyan ên dema axa Sûriyê dagir kiribûn û wiha bi dawî kir: "Osmaniyan komkujî der heqê gelê Sûryan de pêk anîn û niha Erdogan hewl dide wê serdemê vegerîne, ji ber wê ji gel tê xwestin bi yekrêzî û yek helwest li dijî dagirkeriya Tirk bisekine."

ANHA