'Em li dijî DAIŞ’ê şer dikin, Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê’

Hevserokê Herêma Firatê Enwer Muslim diyar kir ku  rastiya têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ’ê re bi belgeyan hatine ispatkirin. Siyaseta stratejîk a Rêveberiya Xweser jî şerê li dijî terorê ye û wiha axifî: “Ji ber wê jî divê cîhan û hêzên demokratîk li dijî terora DAIŞ’ê li kêleka me cih bigirin.”

'Em li dijî DAIŞ’ê şer dikin, Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê’
30 kanûn, 2018   08:00

KOBANÊ

Hevserokê Herêma Firatê Enwer Muslim derheqê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Enwer Muslim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û wiha got: “Em ê dest ji destkeftiyên rewa yên ku me bi destxistine bernedin. Bi hêza xwe ya cewherî û baweriya bi hêza xwe, xwe biparêzin.”

‘Hevdîtinên me bi dewletên cîhanî re çêdibin’

Muslim, hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkiliyên bi hêzên navnetewî re nirxand û wiha axivî: “Hevdîtinên me li gel dewletên cîhanê çêdibin. Dîplomasiya Kurdî, ji bo destkeftî û hêviyên gelê Bakurê Sûriyê biparêzin bi dewletên cîhanê û NY’ê re bi awayek çalak kar dike.”

‘Têkiliya DAIŞ û Tirkiyê hatiye belgekirin’

Enwer Muslim bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a dagirker û siyaseta stratejîk a Rêveberiya Xweser û wiha dewamkir: “Rastiya têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ’ê re bi belge hatine ispatkirin. Siyaseta stratejîk a Rêveberiya Xweser ku niha dide meşandin şerê li hember terorê ye. Ji ber wê jî divê cîhan û hêzên demokratîk li dijî terora DAIŞ’ê li kêleka me cih bigirin. Ji ber ku xeteriya terorê li ser tevahî cîhanê heye.”

‘Tirkiye dixwaze piştgirya xwe ya bi DAIŞ’ê re binixumîne’

Muslim destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re binixumîne û gotinên xwe wiha domand: “Dema ku DAIŞ ber bi dawî ve diçe, dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe. Dixwaze bi hinceta ku qaşo  dê “DAIŞ’ê tune bike”, piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re binixumîne. Bi vê rêyê jî êrîşê herêmê bike û qadên dagirkeriya xwe berfireh bike.”

‘Em ê civakek aram û sîstemek demokrat ava bikin’

Enwer Muslim got ku gumana kesekî bi tiştên ku em jê bawer dikin  û ji bo wê dixebitin tune ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi yekdestî li hemberî êrîşên ji derve bisekinin. Ji bo ku em  bibin bersiva hêviyên gelê xwe û heta ku em civakek bi ewle, aram û demokrat ava bikin.”

(şx)

ANHA