Şehîdên meha Kanûnê li Kobanê hatin bi bîranîn

Şêniyên bajarê Kobanê şehîdên meha Kanûnê bi merasîmeke li goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.

Şehîdên meha Kanûnê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Kobanê hatin bi bîranîn
29 kanûn, 2018   16:39

KOBANÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, di nav de rêveber û endamyên saziyên sivîl, YPG,YPJ, HPC‘ê  beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Merasîma bîranîna ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.Piştre li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a  Herêma Firatê Newroz Cûma axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest. Newroz got: ”Em wekî Rêxistina Kongreya Star gafên dagirkeriya dewleta Tirk şermezardikin û  dibêjin em nahêlin ku dewleta Tirkiyê axa me dagir bike. Em soza şopandina rêya şehîdan didin da ku armancên wan pêk bînin. "

Di dawiya merasîmê de li ser gora şehîdan mûm hate vêxistin.

(şm/hk)

ANHA