Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîd Merewan Feteyêh re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyera kuştina endamê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Merewan Feteyêh şermezar kir. Rêveberiyê diyar kir ku şehîd Merwan di karê xwe de bûbû nimuneya wefedariyê.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîd Merewan Feteyêh re xwest
29 kanûn, 2018   16:08

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re kuştina endamê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan Fetîh şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

'Bi xemgîniyek mezin me îro agahiya şehadeta endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan Feteyêh bihîst. Şehîd Merewan Feteyêh dema dihat ser karê xwe li herêma Tiwênan li ser riya Hesekê-Ebyed ji aliyê  ji komeke çekdar ve hate gulebarankirin. Di emncamê de hevalê me yekeser şehîd bû û parêzvanê wî jî birîndar bû. Şehîd Merwan di karê xwe de bûbû nimuneya wefedariyê û têkîliyên wî bi hevalên wî re baş bûn.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her du meclisên xwe ve yên giştî û rêveber em vê sûca hovane şermezar dikin û em soz didin şehîd Merwan ku şopdarên rêya têkoşîn, fedekarî û wefedariyê wî bin. Em sersaxî ji malbata wî û ji xwe re dixwazin."

(şx)

ANHA