‘Desthilatdarî û dagirkeriya Tirkiyê dûbare dibe‘

Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafê Mirovan û Komîteya Maf a Demokratîk a Herêma Cizîrê diyar kir ku  desthilatdarî û dagirkeriya Tirkiyê ku di Lozanê sala 1923`an de pêk hat niha jî li Cerablus, Bab, Ezaz, Marî, Efrîn û Idlibê pêk tê.

‘Desthilatdarî û dagirkeriya Tirkiyê dûbare dibe‘
29 kanûn, 2018   16:05

QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê û Komîteya Maf a Demokratîk bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê çalakiyek lidar xist. Çalakî li çerxerêya şehîdên enternasyonal a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li terorîst tune kirin dê Erdogan û alîgirên wî jî tune bikin", "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" û "Dewleta Tirk yekemîn û tekane dewletên cîhanê ku zagonên navdewletî binpê dike" hatin hildan

Di çalakiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê di eniyên şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Paşê bi nava Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê û Komîteya Maf a Demokratîk daxuyaniyek hate dayîn. daxuyanî ji aliyê endamê Yekitiya Parêzeran Fedil Hakim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tiştekî nû ye. Ev berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê li ser gel û xaka herêmê ye. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve şerê li Sûriyê gur dike. Çareseriya siyasî xira dike. Îro jî gefan li dixwe ku ewê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ev yek jî xeteriyê li ser hemû gelan çêdike û çirûska ku herêma ewle ku bi mîlyonan welatiyên Sûriyê ji hemû Sûriyê hembêz kir dê ber bi şer ve biçe. Di vî şerê şêniyên herêmê dê neçarî koçberiyê bibin. Demografiya herêmê dê were guhertin û hemû herêmê dê were guhertin. Armanca dewleta Tirk a dagirker jî ew e. Rojane komkujiyan li dijî gelên resen li ser xaka wê ya dîrokî pêk tîne.    

Gefên dewleta Tirk a dagirker di vê pêvajoyê de û di dema ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi tunekirinê ve diçin, herêmê ber bi aramî û ewlehiyê ve diçe, diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker careke din çeteyên DAIŞ`ê yên ber bi tunekirinê ve diçin vejîn bike. Hemû hewldanên navdewletî ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê xira dike.

Dewleta Tirk a dagirker  û serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan di meha Kanûnê de û di dema ku dagirkerî û çeteyên wê li rojhilatê Dêrazorê ber di tunekirinê ve diçin, dest bi gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker dagirkerî, desthilatdarî, qirkirina komî, qirkirina etnîk, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker yekemîn û tekane dewletên li cîhanê ku zagonên navdewletî û zagonên mirovahî binpê dike.

Gefên Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûceke mîna sûcên navdewletî li gel dadgeha cînayatan a navdewletî ya Lahayê ye, li ser vê yekê:

Em gefên êrîşên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin, ji ber xeteriyên wê li ser gelên Sûriyeyê. Em bang li raya giştî ya navdewletî dikin ku bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe û zextê li biryargehan bike da ku gefên rawestîne û destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li şûna tevahî mirovahiyê DAIŞ û komên din ên têk bibin.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî ku wekî serokê qanûna navdewletî ye û hêviya dawî ya mirovahiyê di pêkanîna ewlehî û aştiya navdewlî ye dikin ku qedexeya firîna balafiran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dikin da ku êrîşeke din an jî dagirkirinek ji hêla Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûbare nebe, ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe li şûna cîhana azad DAIŞ têk bibin.

Em banga pêkanîna mîna biryara navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî  ya hejmara 688 ya 5/4/1991‘an ku derbasbûna Neteweyên Yekbûyî ji bo bakurê Iraqê û wekî din êrê kir, dikin. Her wiha banga pêkanîna tedbîrên beşa 7 an a Neteweyên Yekbûyî, bi taybet a benda 7 a madeya 2 a peymanê dikin ku dewleta Tirk neçar dike ku ji tevahî Sûriyeyê derbikeve. Bi vê daxuyaniyê careke din em teqez dikin ku em bi berbijêra gelan a berxwedan û yekitiyê û parastina destkeftiyan dikin."

ANHA