Awustralya kesekî bi DAIŞ`ê re kar dikir, nasnameya wî jê standin

Hikumeta Awustralyayê nasnameya Neil Prakash ku bi DAIŞ`ê re gelel kar kirine, nasnameya wî jê stand.

Awustralya kesekî bi DAIŞ`ê re kar dikir, nasnameya wî jê standin
29 kanûn, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundir ê Awustralyayê Peter Dutton ji Reutersê re daxuyand ku Neil Prakash ji Melbourne nasnameya wî jê hate standin.

Reutersê destnîşan kir ku Awustralya ji ber çalakiyên bi terorê re di nav de komploya dihat îdiakirin ku dê serê yek ji polîsên Melbourne jê bikira, hewl dide Prakash destgîr bike.

Di hin dîmen û kovarên DAIŞ`ê de tê xuyakirin ku Prakash gelek plan kirin ku êrîşan li Awustralyayê pê bîne.

Her wiha rojnameya The Australian got ku Awustralya bang li Tirkiyeyê kir ku Prakash bê teslîmkirin lê daxwaza wan hatiye redkirin. Rojnameyê diyar kir ku heta doza wî bi dawî bibe yan jî cezayê zindanê lê bê birîn, dê daxwaz bimîne.

Dutton diyar kir ku îstîxbarata navxweyî ya Awustralyayê pêşî  li 14 hewldanên êrîşan girtiye.

Dutton wiha got: "Ya girîng ew e ku kesên mîna Neil Prakash venegerin Awustralyayê. Em wan naxwazin."

Reutersê beriya niha li ser devê  Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dabû diyarkirin ku eger Tirkiye êrîşî herêmê bike, dibe ku QSD nekare DAIŞ`iyên girtî li cem xwe bigire.

 (jo)