Şehîdên meha Kanûnê li Qamişlo hatin bi bîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Kanûnê bi merasîmekê li goristana Şehîda Delîl Saroxan bi bîr anîn.

Şehîdên meha Kanûnê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Qamişlo hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Qamişlo hatin bi bîranîn
27 kanûn, 2018   17:25

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîma bîranîna 43 şehîdên QSD, YPG, YPJ, Erka Xweparatinê, Asayîş û Meclisa Leşkerî ya Suryanî yên ku di meha Kanûnê de di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li goristana Şehîd Delîl Saroxan orgenîze kir.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tev li merasîmê bûn. Merasîm bi deqeye rêzgirtin destpê kir, piştre bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Elî Umer û Partiya Yekîtiya Suryan Hena Somî axaftin hatin gotin.

Di axaftinan de  şehîdên meha Kanûnê hatin bi bîranîn. Her wiha di axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan de hate destnîşan kirin ku şehîd, ew şehîdên azadiyê ne ku ji bo rizgarkirina xaka welat canê xwe feda kirine.

Ji aliyê xwe ve Hena Somî got, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê isbat kirin ku xaka herêmê buha ye û divê were parastin. Somî diyar kir ku şehîdên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên ku li rex QSD, YPG û YPJ'ê şer kirine, fedekariyên xwe kirin sembola berxwedanê.

Somî got: "Xaka me cihê kesên bi rûmet in yên ku ji bo parastina welat xwe feda kirine." Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadeta şehîdan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA