Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin

Buroya Têkîliyên Giştî ya Leşkerî û Rêveberiya Sivîl a Tebqa û gundewarê wê ji bo nirxandina geşedanên dawî jî şêniyên herêma Tebqayê re civîneke li dar xist. Di civînê de hate gotin, berxwedan ne şer e, lê belê redkirina dagirkirina Sûriyeyê ye.

Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Tebqayê re hatin şîrovekirin
27 kanûn, 2018   17:23

TEBQA
Di çarçoveya rêzecivînên ku Buroya Têkîliyên Giştî ya Leşkerî û Rêveberiya Sivîl a Tebqa û gundewarê wê de li dar dixe de, îro bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyê, civînek li hola dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed, fermendarê QSD'ê Omîd Gabar, endamên Koordînasyona Jin, Têkîliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl û bi dehan endamên meclisên herêmî û malên gel ên Tebqayê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyea rêzgirtin destpê kir. Piştre girêdayî rewşa leşkerî fermendarê QSD'ê Omîd Gabar axivî û biryara serokê Amerîkayê Donald Trump bi bîr xist û destnîşan kir ku ev biryar bûye sedema nakokiyan û nezelalbûna helwestan di navbera rêveberiya Amerîkayê bi xwe û dewletên koalîsyonê de bi giştî. Ji ber wê rewşa leşkerî ne zelal e.

Omîd destnîşan kir ku şoreş Sûriyê di destpêkê de banga azadiyê û jiyana rûmet kiriye, tersî her du şoreşên Tûnisê û Misrê yên ku bi şoreşa 'Birçiyan' hatin hesibandin. Omîd teqez kir ku mûdexeleyên derve temenê aloziya Sûriyê dirêj kir.

Girêdayî rewşa Tirkiyê, Omîd teqez kir ku hewldanên Tirkiyê yên pûç di dirêjahiya du serdema de ji bo ku tev li Yekîtiya Ewropayê bibe Tirkiyê har kiriye. Ji ber ku Tirkiyê xwe weke dewletek mezin dihesbîne, lew ra mûdexeleya kar û barên dewletên din kir. Omîd projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re kirine bingeha wekî sedema sereke ya gefên Erdogan û destwerdanên wê di karûbarên Sûriyê de bi nav kir.

Di nav axaftina xwe de  Omîd Gabar peyamek ji gelên herêmê re rê kir, tê de diyar kir ku bi îdiyan neyin xapandin û bi taybet piştî biryara vekşandina hêzên Amerîkayê û wiha domand: "Me bi vîna xwe beyî desteka kesekî yan jî aliyekî xaka xwe rizgar kir, hêza me têrê dikin ku em herêmên xwe li hember her êrîşekê biparêzin."

Di dawiyê de Omîd baweriya xwe bi QSD'ê û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şikandina her êrîşekî li dijî herêmê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed destnîşan kir ku şoreşa Sûriyê ji wateya xwe hatiye bi dûrxistin û bi rêya mudexeleya Tirkiyê û desteka wê ji komên çeteyan re veguheriye şoreşa talankirin û wêrankirinê.

Şiyar teqez kir ku serketina tecrubeya demokratîk a Bakurê Sûriyê û pêkanîna rêgeza biratiya gelan, Tirkiyê hêrs kir û ji ber tirsa derbasbûna vê tecrubayê hundirê Tirkiyê re, bi hemû şêwazan dest bi şerê projeyê kir.

Şiya wiha domand: "Divê em ji gefên Tirkiyê hişyar bin û li rex QSD'ê li hember dagirkeriyê li berxwe bidin."

Beriya ku civîn bi dawî bibe beşdaran girêdayî rewşa siyasî pirsên xwe anîn ziman û fermendarê QSD'ê Ûmîd berîsva pirsa beşdaran da.

(şx)

ANHA