Şandeya şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Îtalyayê kir

Şandeyeke Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana şaredariyên Îtalyayê kir û bi rayedarên Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Îtalyayê kir
Şandeya şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Îtalyayê kir
Şandeya şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Îtalyayê kir
27 kanûn, 2018   13:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku şandeyeke desteyê serdana şaredariyên Îtalyayê kiriye.

Serdan di çarçoveya belgeya lihevkirinê ya di navbera desteyê û Yekitiya Niştîmanî ya Şaredariyên Îtalyayê û bi alîkariya rêxistina UPP û bi piştgiriya Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê de pêk hat.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pisporên mijarên avê, bermahiyan, plansaziya sivîl û projeyên taybet pêk hat û endamên şandeyê ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Til Koçer û Serêkaniyê ne.

 Şande destpêkê çû navenda giştî ya avê li bajarê Napolî û li wir bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn û der barê sîstemên xebatê û alavan de agahî wergirtin. Paşê şandeyê li navenda Şaredariya Napoliyê civîneke çapemeniyê li dar xist û hate xwestin ku di navbera şaredariyên her du aliyan de têkilî û hevkarî bi pêş bikeve.

Berdevka şandeyê Bêrîvan Umer di civîna çapemeniyê de axivî û spasiya aliyên ku bûne alîkar kir, her wiha der barê sîstema şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hin agahî dan û diyar kir ku ew rêzê didin hawîrdorê, her wiha jin bi sîstema hevserokatiyê di nava şaredariyan de çalak in.

Her wiha şandeyê li gelek bajarên mîna Toranto, Barî, Bolonya û Badova serdana gelek saziyên xizmetguzariyê kir û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn û agahî wergirtin.

Di dawiya serdanê de berdevka şandeyê Bêrîvan Umer spasiya şaredariyên Îtalyayê û Wezareta Karên Derve kir ku ev derfet dane wan. Bêrîvan Umer got şaredariyên wan hîna nû ne û ew ê têkiliyên bi şaredariyên Îtalyayê re bi hêz bikin.

(hn/k)

ANHA