Hewl didin tek Kurdekî jî li Efrînê nehêlin!

Hewl didin tek Kurdekî jî li Efrînê nehêlin!
27 kanûn, 2018   08:02

NÛRHAT HESEN

Di encama guhertina demografyaya Efrînê de ku Tirkiye bi destê çeteyên xwe pêk tîne, rêjeyeke hindik ji Kurdan li Efrînê mane. Tirkiye hewl dide tek şêniyekî Kurd jî li Efrînê nehêle.

Tirkiye ji roja dagirkirina Efrînê 18'ê Adarê ve guhertina demografyaya Efrînê pêk tîne. Tirkiye bi dagirkirinê re bi hezaran şêniyên Efrînê yên resen neçarî koçberiyê kirin û hîna jî siyaseta xwe didomîne. Siyaseta Tirkiyê dirêjahiya siyasetên wê yên sala 1925'an e, hewl dide Kurd ji rojavayê çemê Firatê, destpêkê ji bakurê Kurdistanê bide koçberkirin.

Tirkiyê di serdema 20'an de komkujiyên hovane der heqê gelê Kurd de li bakurê Kurdistanê pêk anîn. Tirkiyê bi hezaran gund wêran kirin û şewitandin. Ji ber wê niştecihên wan gundan ên Kurd neçar man biçin dewletên derve. Niha bi hezaran Kurd li dewletên Ewropayê bi cih bûne, piştî ku Tirkiyê ew neçarî koçberiyê kirin.

Tirkiyê niha beşek ji Rojava yanî kantona Efrîn dagir kiriye û siyaseta guhertina demografîk a koçberkirinê li dijî Kurdan dimeşîne. Hewldanên Tirkiyê di Minbicê de jî di vê çarçoveyê de ne.

350 hezar Kurd ji Efrînê hatin derxistin

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ji 18'ê Adarê ve 350 hezar Kurd bi darê zorê ji Efrînê hatine derxistin. Ew tê wateya ku Tirkiye siyaseta guhertina demografîk di radeyeke bilind de dimeşîne.

Rêjaya Kurdan li Efrînê ji sedî 90 bû. Lê nihe ji ber bicihkirina malbatan ji gundewarên Şam, Hims û Deraayê li Efrînê, ev rêja tenê ji sedî 15 maye.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê, zêdetirî nîvê bajarê Efrînê malbatên çeteyan lê bi cih bûne. Beriya dagirkeriyê hejmara malbatên Ereb li ser tiliyan dihatin jimartin. Niha tek Êzidiyek li gundê Qestel Cindo nemaye. Artêşa Tirk a dagirker ne tenê Êzidî dane koçberkirin, lê belê li gundê wan mizgeft ava kirine. Li gundê Basofanê yê Êzidiyan jî hejmara malbatên Êzidî gelek kêm bûye û li şûna wan bi dehan malbatên çeteyan û malbatên Ereb ên xwedî fikrên radîkal bi cih kirine.

Tevî koçberkirinê, navên navend, kolan û navên giştî hatine guhertin. Senatorê Amerîkî Thomas Garrett di civînekê de destnîşan kir ku navê nexweşxaneya Efrînê bi zimanên erebî û kurdî hatibû nivîsandin, lê niha tenê bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin. Wêrankirina peykerê Kawayê Hesinkar ku li gel Kurdan sembola berxwedanê ye, siyaseta Tirkiyê ya qirker îsbat dike.

Li gel wê jî artêşa Tirk a dagirker revandina sivîlan didomîne. Bi hezaran sivîl hatine revandin û tu agahî der barê wan de nehatine bidestxistin. Welatiya bi navê Foza Reşo ya ku 8 mehan li Efrînê maye, ev binpêkirin piştrast kirin.

Li gorî serjimarekê ku me ji çavkaniyekî pêbawer bi dest xistiye, di hefteya dawîn de 40 sivîl ji Erfînê hatine revandin, hindek ji wan ji gundê Kurzêlê yê li nêzî bajarê Efrînê ne. Ev tenê beşek ji haletên revandinê ye ku li Efrînê bi gelek hincetan pêk tên.

Piraniya haletên revandinê bi armanca şantajkirinê û girtina fîdyeyan pêk tên. Artêşa Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze şêniyên Efrînê yên resen aciz bike û neçarî derketina ji Efrînê bike. Tirkiye bi vê siyasetê qirkirina Kurdan armanc dike.

Ji bo revandina Kurdan komeke nû ava kirin

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker komên çete kom kirine û komeke nû ava kiriye. Her wiha çavkanî destnîşan kir ku armanca avakirina vê komê, revandina Kurdan û tengavkirina wan e da ku neçar bimînin ji Efrînê derkevin. Ev jî armancên Tirkiyê ji bo qirkirina gelê Kurd raber dike.

Lê li bermaberî wê şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê ya ku bi 40 km ji Efrînê dûr e, li ber xwe didin. Şênî rojane tekez dikin ku ew ê vegerin Efrînê û dagirkeran biqewirînin. Lê pirsa ku xwe dide pêş, gelo Tirkiye dê di planên xwe de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê bi ser bikeve yan dê berxwedana gel rê li ber pêkanîna planên Tirkiyê bigire?

(şx)

ANHA