Ferînaz Etiye: Ji bo parastina Kurdan çarçoveya siyasî pêwîst e

Çalakvana siyasî ya Misrî û doxtora zanistên siyasî Ferînaz Etiye got ku Tirkiye dixwaze bi gefên xwe aloziya aborî ya di nava welatê xwe de binixumîne û wiha axivî: “Ji bo bala gelê xwe ji aloziyên navxweyî belav bike hewl dide êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li hemberê vê jî ji bo paratina Kurdan çarçoveyek siyasî pêwîste.”

Ferînaz Etiye: Ji bo parastina Kurdan çarçoveya siyasî pêwîst e
27 kanûn, 2018   07:51

MEDYA HENAN/NAVENDA NÛÇYAN

Çalakvana siyasî ya Misrî û doxtora zanistên siyasî Ferînaz Etiye têkildarî gefên serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi ajansa me re hevdîtinek pêk anî.

Amerîka ji êrîşên Tirkiyê re zemîn avadike

 Ferînaz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vekişîna Amerîka ya ji Sûriyê û wiha got: “Biryara vekişîna Amerîkayê ji êrîşên Tirkiyê re zemîn ava dike. Amerîka bi hinceta tunebûna DAIŞ'ê biryara vekişandina leşkeran girt. Gotinên Amerîkayê ji rastiyê dûr in. Ji ber ku hîn jî DAIŞ li Sûriyê heye û tune nebûye. Ev vekişîn dê rê ji DAIŞ'ê re veke da ku xwe ji nûve ava bike û ji nû ve dewletên ku dagir kiribû mîna Sûriyê û Iraqê tehdîd bike."

Tirkiye dixwaze balê li ser aloziyên xwe yên navxweyî belav bike

Ferînaz daxuyand ku helwesta Tirkiyê ya ji bo herêmê ne girêdayî DAIŞ’ê ye û wiha pêde çû: “Li Tirkiyê aloziyek aborî ya dijwar heye, yanî ew hewl dide aloziyên xwe yên navxweyî bi serkeftinên ser axa Sûriyê derbaz bike. Dixwaze bala gelê Tirkiyê ji aloziyên navxweyî belav bike.”

Ferînaz destnîşan kir ku Tirkiye bi hinceta ku gelê Kurd ê li Sûriyê terorîste, ji bo ewlehiya sinorê wan xetere dixwaze ewlehiya xwe biparêze û wiha got: “Di rastiyê de dixwaze bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re esmanê Iraqê veke. Da ku bikare herêma Iraqê bombebaran bike.”

Hewldana ji bo pêkanîna xewna Împaratoriya Osmanî

Ferînaz di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye hewl dide ku herêmek berfireh bigire da ku bigihîje xewna Împaratoriya Osmanî, ev ne pêkan e û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku hêzên navdewletî nahêlin Tirkiye wê xewnê pêkbîne. Li gel wan hêzan jî hêzên wek Îran jî dê rê nede vê planê.”

Ferînaz wiha domand: "Tirkiye hewl dide ku gelê Kurd ji kokê ve tune bike, destkeftiyên ku gelê Kurd li Bakurê Sûriyê bi dest xistine li gel avakirina federaliya demokratîk têk bibe.”

Gelê Bakurê Sûriyê projeyek nimûne pêşkêş kiriye

Ferînaz got ku Erdogan idea dike ku li Bakurê Sûriyê yek partî heye  û wiha axivî: “Ev idea ne raste. Ji ber ku li Bakurê Sûriyê projeyek mînak a demokrasiyê heye. Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan û hemû çînên olî yên cuda xwe di nav vê federaliyê de anîne ziman. Bervajî wê eger em siyaseta Erdogan binêrin, ew di nava welatê xwe de nûnertiya sitmekarî, dîktatorî û çewisdandina opozîsyonê dike. Bi rêya piştgiriya rêxistinên terorîstan aloziyan li welatên cîran derdixîn e. Erdogan vê sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re tehdît dibîne. Ji ber ku ditirse ku ev demokrasî derbazî hindirê wî bike. Ji ber wê jî Tirkiye dixwaze vê nimuneyê birûxîne.”

Rusya pozisyona temaşekar hilbijartiye

Ferînaz girêdayî helwesta Rusya yê ya li hemberî gefên êrîşên Tirkiyê nêrînên xwe wiha ravekir: “Rûsya pozisyona temaşeker girtiye. Di destpêkê de tu bertek nîşanî vekişîna Amerîka neda, lê herî dawî keyfxweşiya xwe pêşkêş kir. Vekişîna Amerîkayê kete xizmeta Rusya yê de. Ji ber ku Rûsya hewl dide serweriya xwe li Sûriyê berfireh bike.”

Ji bo parastina Kurdan ji Koalisyona navewletî dê xwestin ku çarçoveyek siyasî ava bike

Ferînaz di derheqê bêdengiya navdewletî li hemberî gefên Tirkiyê û helwestên ku pêwîste bidin ev tişt got: “Her dewletek ji dewletên Koalîsyona Navdewletî hewl dide berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne. Lê ji bo parastina Kurdan ji wan tê xwestin ku çarçoveyek siyasî peyda bikin. Bertekên Koalîsyona Navdewletî ji bo Kurdên Sûriyê pir lewaze. Biryara Amerîkayê bi şermoke, ji ber ku ew bi vekişînê rê li bihêzbûna DAIŞ’ê vedike da ku Iraq û Sûriyê tehdîd bike.”

Vekişandina Ameîkayê demkî ye, biryar tenê ji bo guhertina rewşekê ye

Ferînaz texmîn dike ku dê herêmên Bakurê Sûriyê rastî êrîşên Tirkiyê yên bi lihevirinek bi Amerîka û Rusya were û fikrên xwe wiha anî ziman: “Vekişîna Amerîkayê demkiye, tenê ji bo guherîna rewşê ye. Piştre em ê dîsan bibînin dê Amerîka bi hinceta hebûna Îranê û parastina hevalbendên xwe derbazî herêmê bibe.”

Dewletên Ereb pirsgirêkan dijîn

Ferînaz di dawiya axiftina xwe de bal kişand ser helwesta dewletên Ereb û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dewletên Ereb di nava aloziya aborî û tevlîheviyên ewlehiyê de ne. Bi kar û barên xwe yên hindirîn mijûlin. Aramiya Sûriyê tê wateya aramiya welatên Ereb û Rojhilata Navîn. Lê ew nikarin helwestek hevgirî bidin nîşan. Ji ber ku hinek pirtgirya opozisyonê û hinek jî piştgiriya pergala Esad dikin.”

(şx)

ANHA