Pêkhateyên Şehba û Efrînê: Divê îbret ji trajediya herêmên dagirkirî were girtin

Pêkhateyên kantonên Şehba û Efrînê destnîşan kir ku daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tenê sloganên derew in. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku îbret ji rewşa trajedîk a herêmên Sûriyê yên dagirkirî bigirin.

Pêkhateyên Şehba û Efrînê: Divê îbret ji trajediya herêmên dagirkirî were girtin
27 kanûn, 2018   07:40

CAFER VAFO - FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên terorîst bi hincet û slogana ku dê şêniyan rizgar bikin, hejmarek herêmên Sûriyê dagir kirin. Lê bi dagirkirina wan herêman re dorpêçeke teng li şêniyan ferz kirin, siyaseta asîmîlekirinê û qirkirina çîn û pêkhateyên Sûriyê berovajî îdiayên wê meşandin.

Rewşa şêniyên Efrînê û Şehbayê nîşaneya wan binpêkirinan e. Destpêkê Tirkiye beriya ku êrîş bike, daxuyanî da ku dê şêniyên herêmê rizgar bike, lê rewşa heyî rastiya planên artêşa Tirk a dagirker ên ku qirkirina gelên herêmê armanc dike, îsbat kir. Tirkiyê li şûna şêniyan rizgar bike, komkujî der heqê wan de pêk anî.

Girêdayî mijarê şêniyên Efrîn û Şehbayê ji ajansa me Hawarê re axivîn.

Welatiyê bi navê Ehemd Mistefa yê ji pêkhateya Ereb ji şêniyên Efrînê, got gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi destpêka çirûska aloziya Sûiyê re ji xwe re pergalek li ser bingeha neteweya demokratîk ku pêkhateyên herêmê hemû ji Ereb, Kurd, Aşûr, Xiristiyan û Tirkman qebûl dike, ava kirin. Mistefa destnîşan kir ku Efrîn nîşaneya jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyan de bû, lê ji bo pêkanîna timayên Osmanî artêşa Tirk a dagirker bi hovanetirîn şêwazan êrîşî herêmê kir û bi dehan komkujî der heqê şêniyên wê de pêk anîn. Niha jî artêşa Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelên herêmê û dîroka wê zimanê tirkî ferz dike.

Di dawiya gotinên xwe de Mistefa bang li civaka navdewletî û dewletên nakok li Sûriyê kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bikin û berxwedan û hevgirtina şêniyên herêmê li hember komployên Tirkiyê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Arêf Menan destnîşan kir ku daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tenê sloganên derew in û diyar kir ku Tirkiyê di bin sloganên pêkanîna azadiyê ji pêkhateyên herêmê re êrîşî herêmê dike û bi ferzkirina dagirkeriyê re azadiya gelan sînordar dike û siyaseta qirkirinê der heqê wan de pêk tîne.

Menan bang li civaka navdewletî û gelên herêmê kir ku îbret ji rewşa trajedîk a herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Ezaz û Babê bigirin, da ku mîna vê senaryoyê neyê dubarekirin û rê li ber pêkanîna armancên Erdogan were girtin.

Têkildarî heman mijarê welatiya bi navê Fatme Hisên a ji pêkhateya Tirkman ji kantona Şehbayê got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst gundên wan dagir kirine. Ji destpêka dagirkirinê ve û heta niha di hemû waran de di nav aloziyê de ne û gelên herêmê axaftin û fêrbûna zimanê dayikê zimanê erebî bê par mane.

Di dawiyê de Fatme wiha got: "Gelo artêşa Tirk a dakirker ku gelên herêmê ji zimanê dayikê bê par hiştiye, behsa kîjan azadiyê dike?" Fatme tekez kir ku gelên herêmê dagirkeriyê qebûl nakin û gefên Tirkiyê di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên xwe de li ser hesabê xwîna gel in.

(şx)

ANHA