Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin

Endamê komîteya amadekar a çalakiya konvedanê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo tekez kir ku çalakiya wan bi moraleke bilind di roja xwe ya 10'emîn de berdewam dike.

Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin
Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin
Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin
Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin
Tevî rewşa hewa ya dijwar jî berxwedana xwe didomînin
27 kanûn, 2018   07:25

DÎCLE EHMED / KOBANÊ

Piştî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên herêmê tekez kir ku ew bi yekrêzî li hember dagirkeriyê disekinin û li ser sînorên di navbera bakurê Kurdistanê û Rojava de li Serêkaniyê, Kobanê û Hesekê mertalên zindî ava kirin.

Girêdayî mijarê endamê komîteya amadekar a çalakiya konvedanê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo diyar kir ku çalakiya wan derbasî roja xwe ya 10'emîn dibe û wiha got: "10 roj di ser çalakiya mertalên zindî ya li gundê Qeremox ê kantona Kobanê re derbas bûne. Şêniyên herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe tev li çalakiyê dibin."

Şêxo bal kişand ku nûnerên saziyê civaka sivîl, saziyên xizmetguzariyê, Kongreya Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk tev li nobetdariya çalakiyê dibin û her wiha gelek şande ji tevahiya pêkhateyên bajarok û navçeyên herêma Firatê serdana çalakiyê dikin.

Şêxo tekez kir ku çalakvanan bi rêya çalakiyên xwe ji raya giştî ya cîhanê re tekez kir ku gefên Tirkiyê dê vîn, hêz û yekitiya wan têk nebin û ruxmî tevahiya astengiyan lê dîsa jî peyama xwe ji civata navdewletî û tevahiya cîhanê re bi rê kirin.

Şêxo wiha domand: "Çalakvanan bi rêya çalakiya xwe tekez kir ku gefên Tirkiyê nikarin wan ji xaka wan dûr bixin û dê nekarin projeya neteweya demokratîk û doza wan têk bibe. Pêkhateyên herêmê yekitiya xwe ava kirine û bi yekdengî bang dikin ku ew di jiyana hevpar û biratiya gelan de bi israr in û dê tu hêzek nekare wan ji hev du cuda bike."

Şêniyên Kobanê tevî rewşa hewa ya dijwar di roja 10'emîn de çalakiya mertalên zindî didomînin û ji tevahiya cîhanê û artêşa Tirk a dagirker re îsbat dikin ku gefên wê dê nekarin rêgezên jiyana hevpar û biratiya gelan têk bibin.

(şx)

ANHA