Rapora meclîsa Elman: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê dagirkeriye

Pisporên meclîsa federal di Elmanya, bi daxwaza Paritya Çep hebûna artêşa Tirk li Sûriyê xist bin lêpirsînê. Di raporê de hat tesbîtkirin “Hebûna Tirkiyê li Sûriyê, di aliyê hiquqa navnetewî de dagirkeriye.”

Rapora meclîsa Elman: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê dagirkeriye
Rapora meclîsa Elman: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê dagirkeriye
26 kanûn, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Elmanya yê, li gorî rapora ku ji aliyê Daira Xizmetên Zanistî ya meclîsa Federal ve hatî amedekirin de hat diyarkirin ku hebûna artêşa Tirk li Sûriyê dagirkeriye. Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) derbas kir di raporê de wiha nivîsiye : “Hebûna artêşa Tirk li Efrîn, Cerablus, El- Bab û Ezazê li gorî hiquqa navnetewî dagirkeriye.”