Li Sîncanê 3 girtiyan dest bi greva  bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Girtî ya  Jinan a Sîncanê ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dest bi greva birçûbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Li Sîncanê 3 girtiyan dest bi greva  bêdorveger kirin
26 kanûn, 2018   08:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li girtîgehên Tirkiyê grevên birçîbûnê yên ji bo armaca rakirina tecrîdê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin, her roj berxwedanek nû destpêdike. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê,  3 girtiyên jin ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azad bibe ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.

Girtiyên jin Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş û Salîha Taşkesen gotin heta ku tecrîd rabe ew ê çalakiya xwe bidomîn in.

Greva birçîbûnê ya 10 rojî ya bêdawî û bêdorveger a ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li Girîgeha Sîncanê 27'ê Mijdarê dabûne destpêkirin kete roja 30'î.