Xiristiyanên Bakurê Sûriyê  Cejna Noelê pîroz kir

Xiristiyanên herêmên Dêrikê û Hesekê Cejna Noelê ku dikeve 25`ê meha Kanûnê pîroz kir. Bawermendên xiristiyanên xwest ev cejn bibe wesîleya aştiyê li herêmê û tevahiya cîhanê.

25 kanûn, 2018   11:35

QAMIŞLO

Îro xiristiyanên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo berê xwe da dêrên Dêrikê da ku Cejna Noelê li gorî rê û resmên xwe pîroz bikin.

Li dêra Merdûd a Suryanên Ersuzokis nimêj û duayên taybet ên vê cejnê hatin kirin.

Welatiyê bi navê Cozeph Şamûn ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku ew her 25`ê Kanûnê vê cejnê pîroz dikin. Şamûn destnîşan kir ku di vê rojê de hemû xiristiyan berê xwe didin dêran û li gorî rê û resmên xwe Cejna Noelê pîroz dikin.

Şamûn di axaftina xwe de got El-Yesû (Îsa) ji bo mirovahiyê canê xwe feda kir da ku aştî di nava gelan de pêk were. Şamûn ev cejn li hemû gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê pîroz kir û hêviya azadî û aramiyê ji tevahiya Sûriyê re xwest.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Sara Mûrad jî Cejna Noelê li tevahî gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir û hêviya aramî û aştiyê ji tevahiya gelan re xwest.

Li Hesekê di nava aramiyê de Noel tê pîrozkirin

Bi sedan xiristiyanên bajarê Hesekê yê bakurê Sûriyê Cejna Noelê di nava aramî û ewlehiyê de ku bi saya şervanên QSD`ê li herêmê pêk hatiye, pîroz kir.  Xiristiyanên Hesekê ji saetên sibê ve berê xwe dan dêra El-Ezra ya li taxa El-Kelasê ya bajarê Hesekê.

Ji aliyê xwe ve qeşeyê dêrê li ser girîngiya cejna Noelê axivî. Her wiha gelek kesayetên ji hemû pêkhate û olan tev li pîrozkirina cejnê bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundên Asûriyan ên li ser çemê Xabûrê yên gundewarên bajarê Hesekê di sala 2015`an de rastî êrîşên DAIŞ`ê hatin. Gund ji şêniyan hatin valakirin. Niha jî Erdogan careke din dixwaze kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê dubare bike û gefan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

(bx)

ANHA