Li dijî dagirkerên Efrînê çalakî didomin

Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakiyên xwe yên ku li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê pêkanîne bi daxuyaniyekê ragihand.

Li dijî dagirkerên Efrînê çalakî didomin
25 kanûn, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê bi wî awayî ye;

Çalakiyên bi bandor yên şervanên me li Efînê û derdora wê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyan didomin. Di encama van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran tê xistin. Di vê çarçoveyê de;

1- Şervanên me di dîroka 23’ê kanûnê de baregeheke çeteyên Feyleq El-Şam ya di navbera gundên Xezêwiyê û Bi’iyê ya girêdayî Efrînê ye hedef girtin û çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke zêde ya çeteyan birîndar bûn. Her wiha erebeyek a çeteyan jî hat îmhakirin. Navên hin çeteyên ku hatin kuştin û birîndarkirin wiha ye; Cemal El Xalid ji Helebê ye, Mustafa El Ebdulah û Elî Ebo Ezab.

2- Me daxuyaniya xwe ya 21’ê kanûnê de diyarkiribû ku di dîroka 18’ê kanûnê de şervanên me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndarbûbûn. Hat zanîn ku leşkerekî birîndar jî miriye.