ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.12.2018
25 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbicê şervanê Meclisa Babê ya Leşkerî li goristana şehîdan oxir dikin. Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer jî şehîdekî Şerê Tinekirina Terorê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê di çalakiya mertalên zindî de, teqez kirin ku tenê xeta wan berxwedan e û hemû pêkhate li dijî dagirkeriya Tirk di yek xendeqê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest  bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo agahdarkirina gel bi rewşa dawî, PYD`ê bi şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo re dicive. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji destpêka qonaxa Şerê Tinekirina Terorê QSD`ê bi hezaran sivîl rizgar kirin. Ev sivîlên ku bi salan e di bin zilm û zora çeteyên DAIŞ’ê de dijîn, di firsendeke herî biçûk de jî hewl didin xwe ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê êla El-Şerabîn Sebêt El-Cewher diyar kir ku kesên ku li gorî  ajandiyên derve tevdigerin, nûnertiya gelê Sûriyê nakin. Her wiha tekez kir ku yên xaka Sûriyê diparêzin û li hember artêşa Tirk a dagirker li berxwe didin ew nûnerên gelê Sûriyê ne û bang li hemû êlan kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember destwerdana Tirkiyê bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê gotin  ew dev ji axa kal û bavan û nirxên xwe yên pîroz bernadin. Şêniyan teqez kirin ku ew berxwedana xwe ji berxwedêrên zindana Amedê digrin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Koordînasyona Giştî yê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Şêxo destnîşan kir ku serkeftina doza Kurd girêdayî yekîtiya aliyên Kurdî di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên Kurd bang tevgerên siyasî yên kurdî kirin ku ji bo yekitiyê gav bavêjin  û dev ji berjewendiyên xwe yê taybet û teng berden. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê sinevizyonekê derbarê Berxwedana Serdemê de dide pêşandan. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hezkirina tembûrê li gel gelê Kurd jê re sînor tune ye. Mihemed Hec yek ji wan kesên ku jiyana xwe di oxira fêrbûna tembûrê de derbas kiriye. Piştî ewqas ked, niha di tûrikê wî de gelek stranên gelêrî hene ku hîn nifşê nû  nebihîstine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Foza Reşo welatyeke ji Efrînê ye. Di dirêjahiya 8 mehên de li Efrînê trajediyek bi êş jiyan kiriye. Artêşa Tirk a dagirker hilberîna zeytûnê ya wê tala kirin, zarên wê revandin û neçar kirin ku ji bo berdana wê, fîdya bide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê, semînerekê derbarê madeya hişbirê û bandora wê li ser ciwanan li gundê Babnis dide. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Herdu bira Ehmed El- Mûse yê 15 salî û Elî El- Mûse 8 salî bi nexweşiya helandina  çerm  ketine û  ew nexweşî  dema ji dayîkbûnê ve pêre hebûn û heya niha malbatê ew tedawî nekirine. Ji ber tedawiya vê nexweşiyê li vir nîn e û bijîşk tenê ji bo sivikirina nexweşiyê dermanan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA