Tirajediyeke 8 mehan a biêş

Foza Reşo welatiyeke ji Efrînê ye. Di dirêjahiya 8 mehan de li Efrînê trajediyeke biêş kişandiye. Artêşa Tirk a dagirker zeytûnên wê talan kirin, zarokên wê revandin û neçar ma fîdyeyê jî bide.

Tirajediyeke 8 mehan a biêş
25 kanûn, 2018   06:44

CAFER CAFO - FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Foza Reşo zêdetirî 8 mehan li Efrînê li benda hilberîna zeytûnê dimîne da ku hilberînê bifiroşe û bi pereyên wê ji Efrînê derkeve û ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bibe. Foza piştî gelek zehmetiyan milyonek lîreyên Sûriyê deyn dike û ji Efrînê derkeve.

Foza Reşo (56) ji gundê Şêx Bilo yê girêdayî navçeya Bilbilê ye li kantona Efrînê ye. Foza 35 salan tevî malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê maye. Bi destpêkirina êrîşan li bajêr, di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li ser taxê, mala wê wêran dibe, ji ber wê neçar dimîne ku biçe Efrînê.

Foza wiha behsa kêliyên destpêkê yên topbarana hovane dike: "Dema çete ketin taxên nêzî Şêxmeqsûdê, êdî jiyana me tarî bû. Me nedizanî wê kengî yan di kîjan kêliyê de topan li me bibarînin. Piştre me berdêleke giran da, di encama topbaranê de mala min wêran bû û bûka min di pişta xwe de bi bermahiyên topan birîndar bû, em ji taxê derketin."

Dayika Foza destnîşan kir ku piştî li gundê xwe Şêx Bilo bi cih bûne, di nav aramî û ewlehiyê de jiyana xwe ya asayî domandine û bi darên zeytûnê re mijûl bûne heta ku hilberîn baş dibe. Foza diyar kir ku piştî wefata hevserê wê bi nexweşiyê, hilberîna zeytûnê dibe jêdera debara wan.

Di dirêjahiya vegotina çîroka xwe de dayîka Foza destnîşan kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li ser Efrînê ew neçar dimîne ku ji gund derkeve û biçe Efrînê.  

Piştî dagirkirina gundan û nêzbûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê di bin topbarana balafirên şer de, şênî neçar dimînin ji bajêr derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Lê Foza ji ber tunebûna alaveke veguhastinê nikare ji Efrînê derkeve.

Girêdayî vegera wê ji gund re Foza tekez kir ku wê hêvî dikir ku venegeriya gund û rewşa mala xwe nedîtiba. Careke din çeteyên artêşa Tirk mal û milkên wê talan kirin.

Tirajediya dayîka Foza di wir de namîne. Piştî du rojan çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi ser malê wê de digirin û telefonên zarokên wê desteser dikin. Girêdayî vê mijarê Foza wiha got: "Piştî wê du kurên min bi hincetên nerast girtin. Min hewl da sedem û cihê girtina her du kurên xwe nas bikim, lê min tu agahî bi dest nexist."

Dayîka Foza di berdewama vegotina xwe de destnîşan kir ku piştî wê bûyerê bi du mehan wê cihê zarokên xwe dîtiye. Lê çeteyan li beramberî serbesberdana wan 250 hezar lîreyên Sûriyê wek fîdye jê xwestiye. Foza diyar kir ku piştî çend hefteyan û gelek lavayan ku miqdara pere li gel wê tune ye, dikare wan bi 150 hezar lîreyên Sûriyê îqna bike.

Êş û azarên dayîka Foza piştî dîtina şûnên îşkenceyan li ser bedenên her du kurên xwe, zêde dibin. Lekeyên şîn di tevahiya bedenên wan de hene û destên wan birîn bûbû. Dayika Foza da zanîn ku her du kurên wê jê re gotine, çeteyan bi zanabûn birînên wan bê texdîr dirûtine.

Dayîka Foza destnîşan kir ku rewşa sivîlan li gund mîna rewşa wê ye. Her wiha diyar kir ku çete ji bo girtina pereyan gelek hincetan diafirînin û wiha got: "Gundê me veguheriye girtîgehekê. Gelek ciwan û mêrên gund girtî ne û kes tiştekî li ser wan nizane."

Foza diyar kir ku ji bo karibe ji Efrînê derkeve 8 mehan li benda hilberîna zeytûnê maye da ku hilberînê bifiroşe û bi pereyên wê ji Efrînê derkeve. Lê Foza nizanibû ku artêşa Tirk a dagirker wê heta zeytûn jî jê re nehêle. Girêdayî vê dayîka Foza wiha got: "Piştî ku me hilberîn berhev kir, min zêt anî mal da ku bifiroşim. Lê çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi ser mala min de girt û tevahiya hilberînê (16 teneke zêt) talan kir. Ji ber hejmara wan a mezin û ji ber ku ez bi tenê li mal bûm, min nedikarî gotinek bigota."

Wê bûyerê û şûnve dayika Foza êdî nikarî ew rewş tehemûl bike, ji ber wê derdora milyonek pere ji xizmên xwe deyn dike û xwe digihîne kantona Şehbayê. Niha dayika Foza bi tena serê xwe li navçeya Erfad (Til Rifatê) li kantona Şehbayê dimîne.

Dayika Foza destnîşan kir ku gelek malbatên Efrînê ji ber tunebûna pereyan nikarin ji Efrînê derkevin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker rojane bacan li wan ferz dike.

Komîna navçeyê cih û hemû pêdiviyên pêwîst ji dayika Foza re pêşkêş kirine.

(şx)

ANHA