Meclisa Leşkerî ya Babê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku şervanê wan Ebdullezîz El-Hîlal dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Babê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
24 kanûn, 2018   20:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê  daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji malbata şehîd Ebdullezîz re xwest.

Fermandariyê got şehîd Ebdullezîz bi nasnav Ebû Murad b rihê xwe yê fedayî û moraldayînê ji bo hevrêyên xwe dihat naskirin.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Ebdullezîz El-Hîlal

Navê tevgerî: Ebû Murad

Bav:Aşiq

Dayîk: Senîha

Cih û dîroka dayîkbûnê: Dêrhafir-Bab-1979

Dîroka tevlêbûnê: 24.03.2017

(kc)