Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê têkildarî sersala nû tedbîr girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê cejna sersalê pîroz kir û ji bo cejn bi selametî derbas bibe, hin  biryarname derxistin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê têkildarî sersala nû tedbîr girtin
24 kanûn, 2018   20:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê bi nêzikbûna sersala nû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê da zanîn ku ji bo parastina zarok û miletê wan di vê boneyê de ji bo aşîtî û ewlekariya wan ji metirsiyên ku xetereyê li ser jiyana wan bike , ew hişyariyê didin birayên xwe yê welatparêz ku li gorî van biryaran tevbigerin:

1-Qedexekirina livandina hemû wesayît û sehrîcan bi hemû cûreyan (biçûk û navîn û mezin) ji saet dozdehê nîvê şevê roja sêşem ji /25/12/2018 ta saet sisyan ber êvar roja sêşema 1/1/2019.

2- Qedexekirina gera bi mitoran bi hemû cûreyan tevî yên leşkerî ji ji saet dozdehê nîvê şevê roja sêşem ji /25/12/2018 ta saet sisyan ber êvar roja sêşema 1/1/2019.

3-Qedexekirina berdana guleyan ji aliyê hemû leşkeran û hêzên ewlekarî û welatiyan, kesên ku gule bavêjin jî wê çeka wan were desteserkirin.

4-Qedexekirina lîstokên agir û miferqehat bi hemû cûre û rengên xwe .

Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de sersala nû pîroz kir.

(kc)