Balafirên dewleta Tirk gund bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundan barandin. Ji ber êrîşê 2 sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt dehl û rezên gundiyan.

Balafirên dewleta Tirk gund bombebaran kirin
24 kanûn, 2018   12:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 23'ê kanûnê saet 20'an derdora Çemê Lolanê yê herêma Xakurkê û saet 21'ê jî qada Çiyayêreş a herêma Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê zerar negihişt hêzên me.

22'ê kanûnê saet navbera 21:20 û 22'an, balafirên şer bombe li gundên Suredê û Sinemoka yên qada Suredê ya herêma Qendîlê barandin.

Ji ber vê bombardûmanê 2 mirovên me yên sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt, mal, bax û baxçeyên gundiyan.”