Êla El-Sabxa: Êrîşên Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê dike hedef

Şêx êla El-Sabxa ya Tebqayê got: "Tu ferq di navbera gel Kurd, Ereb û Suryan de tune ye û em hemî Sûrî ne. Me hemû şahî û şînên xwe bi hev re derbas kiriye. Her êrîşek li dijî pêkhateyekê, ew êrîşek li dijî Sûriyê ye." Her wiha diyar kir ku yên ku hewl bidin derbasî Sûriyê bibin dê berdêlên giran bidin. 

Êla El-Sabxa: Êrîşên Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê dike hedef
24 kanûn, 2018   05:20

TEBQA

Bertekên kesayet, partiyên siyasî û şêxên êlan li hember gefên serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan zêde dibin. Şêx êla El-Sabxa Mihemed El-Tirkî El-Sewan  li ser mijarê nêrînên xwe bi me re parve kir. El-Sewan di destpêka gotinên xwe de gefên Tikriyê bi pêşdeçûnên QSD'ê ve li Dêrazorê gêrda û destnîşan kir ku ev gef di heman dema rûniştandina ewlehî û aramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin.

El-Sewan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê, çeteyên DAIŞ'ê perwerde kiriye û bi rêya sînorên xwe derbasî Sûriyê kiriye.

Şêx Tirkî El-Sewan gefên Tirkiyê li ser herêmê bi vê gotinê rave kir: "Dema dengê kûçikan li derdorê zêde bibin wê demê zanibe ku te kûçikan êşandiye. Yanî QSD'ê derbeyên giran li sîngê dewleta Tirk xistiye piştî serkeftina wê li hember bi hêztirîn rêxistinên terorê li cîhanê û xwe wek hêzek birêxistinkirî dikare Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze nîşan da."

El-Sewan bi du hevokan serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan muxeteb girt û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji te (Erdogan) û çeteyên te yên artêşa azad û koalîsyona niştîmanî yên ku şoreşa Sûriyê berovajî kirine û xwe bi dolaran firotin, dûr e.

Her wiha El-Sewan destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê bi xwîna şehîdên leheng ên ku li hember terorê sekinîne hatiye avdan û her yek bixwaze derbasî herêmê bibe dê berdêlên giran bide.

Şêx êla El-Sabxa Mihemed  El-Tirkî El-Sewan diyar kir ku tu ferq di navbera gelê Kurd, Ereb û Suryan de tune ye û wiha pê de çû: "Em hemû Sûrî ne û me şahî û şînên xwe bi hev re derbas kiriye. Her êrîşek li dijî pêkhateyekê ew êrîşek li dijî Sûriyê ye."

Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan bang li şêxên êla El-Sabxa û hemû gelê Sûriyê yên bi şeref kir ku bi pereyan neyên xapandin û li rex QSD'ê li hember her êrîşekê bisekinin.

(şx)

ANHA