Rêveberiya Xweser li hember geşedanên dawîn tedbîrên nû digire

Endamên Rêveberiya Xweser ji bo rewşa awarte ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber gefên Tirkiyê û biryara vekişandina Amerîkayê derket holê, gelek tedbîr ji Meclisa Rêveber re pêşniyar kirin.

Rêveberiya Xweser li hember geşedanên dawîn tedbîrên nû digire
Rêveberiya Xweser li hember geşedanên dawîn tedbîrên nû digire
23 kanûn, 2018   12:34

GIRÊ SPÎ

Civîna îro li hola civînan a Navenda Desteyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û cîgirên hevserokatiyê Îlezebêt Gewriyê û Hemdan El-Ebid û endamên deste û buroyên rêveberiyê li dar ket.

Di destpêka civînê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji bo rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji beşdaran xwest ku pêşniyarên xwe bikin. Di civînê de beşdaran gelek pêşniyar kirin, tê de girîngiya aktîfkirina têkiliyên dîplomatîk û şandina şandeyekê ji derve re ku dewletên Rojava û yên cîran ziyaret bikin da ku têkiliyan xurt bikin û zextê li dewletan bikin ku Tirkiye gefên xwe bide rawestandin.

Beşdaran ji dezgehên çapemeyê yên hundirîn xwest ku bêhtir rola xwe di vê merheleya heyî de bilîzin da ku şerê ragihandinê û psîkolojîk ku hin dezgehên ragihandinê yên girêdayî Erdogan dimeşînin, pûç bikin.

Her wiha bang hat kirin ku li derdora rêveberiya siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnertiya MSD`ê re kom bibin û bawariyê bi biryarên wê bînin. Di dawiya civînê de Meclisa Rêveber nameyek ji hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand ku bi fitneyên ku hêzên derve di hundirê herêmê de derdixin, neyên xapandin.

(jo)

ANHA