Kongreya Star: Çareserî bi hêza cewherî ya gelê herêmê gengaz e

Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku hêza çareseriyê ne bi destwerdanên ji aliyê hêzên derva ve ye, berovajî wê tenê bi hêza cewherî ya gelên heremê gengaz e. Kongreya Star bang li gelê herêmê di serî de jin kir ku xwe ji bo wê pêvajoya nû amade bike, bi rihê welatparezî û seferberiyê nirxên xwe biparezin

Kongreya Star: Çareserî bi hêza cewherî ya gelê herêmê gengaz e
22 kanûn, 2018   18:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivisîkî weşand û got di rewşeke destwerdan de wê bersiva pêwist a gelan pêşbikeve.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji sala 2014‘an ve êrîşên DAIŞ‘ê û dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hevbeş li dijî gelên Sûriyê û bi taybet li dijî gelê Kurd heya roja me ya îro berdewam dikin. Bi berxwedanekî destanî a ku li Kobanê pêşket diyar bû ku di serî de gelê Kurd û gelên herêmê bi vînekî mezin û bi biryarî li dijî faşîzma reş a DAIŞ‘ê tevgeriyan.

Gelê Kurd û Ereb di nav qeyrana heyî de bi hêza xwe cewherî, bi berxwedanekî mezin û berdelên mezin destkeftiyên giring bi destxistin. Di wê berxwedanê de têkiliyên demkî li ser esasê daxwaza Koalîsyona Navnetewî pêşket. Di wê çarçoveyê de operasyonên li dijî DAIŞ û komên çete heya niha bi serkeftinê pêk hatin û bi hezaran mirov bi taybet jin û zarok ji êrîşa DAIŞ û dagirkeriya wan hatin rizgar kirin.

Tê zanîn ku hêzên kaolîsyonê di wê pêvajoya buhurî de bi taybet ji bo herêmê ji çareseriyekî mayînde a siyasî zêdetir hertim li gor berjewendiyên xwe tevgeriya. Ji ber wê jî,  ji destpêkê ve dihat zanîn ku ew têkilîyekî tektîkî û demkî ye ku xwe ji aliyê koalîsyonê ve naspêre berjewendîyên gelan.

Her çiqas konseptên siyasî û leşkerî bi armanca parçekirina Sûriyê tên meşandin jî divê were zanîn ku her cure destwerdanên heyî bi tu awayî ne ji bo berjewendiyên gelan e û ev bi xwe rê li pêşiya çareseriyên heyî bigre û ew ê ji aliyê gelan ve wê neyê pejirandin.

Hêza çareserî wekî ku di dîroka herêmê de jî tê ditîn ne bi destwerdanên ji aliyê hêzên derva ve, berovajî wê tenê bi hêza cewherî ya gelên heremê û hêzên heremê bixwe gengaz e.

Têkoşîn û berxwedana bi hezaran şervanên YPG/YPJ û QSD hişt ku hebûna DAIŞ‘ê li herêmê ber bi dawî were. Êdî hilbijarka bingehîn a ku ji aliyê gelan we wek nexşerêyekî ji destpêka aloziyan de hatibê diyarkirin wê bibe rojevekî sereke ya wê pêvajoyê. Divê were zanîn ku gelên herêmê bi taybet gelê Kurd û Erab wê tu carî astengiyên di encama destwerdanên hêzên derwa napejrinîn. Ji ber wê jî di serî de dewleta dagirker a Tirk divê ku ji cîhên ku dagirkiriye derkeve. Ji ber ku tu wateya hebûna dewlet û arteşa dagirker a Tirk li ser axa Sûriyê ji derwayî mêtîngerî, dagirkerî û faşîzmê nîne. Di rewşekî destwerdan û operasyonên mijara gotinê de jî wê bersiva pêwist a gelên berxwedêr bi pêşengtiya jinan ve wê bi berxwedaniya hemû kurdên li çar aliyên Kurdistanê ve pêşbikeve.

Bi giştî pêvajoya çareserî li ser esasê diyalog û mûzakereyên navxweyî û bi berxwedana gelan wê guncawe. Pêvajoyên çareserî bi têkoşîna parastina destkeftiyan, hîşyariyekî bilind û bi rêxistinbûyînê we serdikevin. Ji bo wê jî gelê me di serî de jin divê xwe ji bo wê pêvajoya nû amade bike, bi rihê welatparezî û seferberiyê nirxên xwe biparezin. Bi baweriya xurt a ji bo hêza cewherî û piştgirîya gelên azadî û aşitîxwaz û jinên pêşeng ên cihanê re wê têkoşîna me bilind bibe û faşîzm têkbiçe."

ANHA