‘ Serkeftin dê para gelê mafdar be ‘

Şemsedîn Mele Ibrahîm diyar kir ku gelê Sûriyê dabeşkirina Osmaniya nû red dikin, hemû pêkhateyên wê di bin banê biratiya gelan û neteweya demokratîk de dijîn û serkeftin dê para gelê mafdar be.

‘ Serkeftin dê para gelê mafdar be ‘
22 kanûn, 2018   16:22

HESEKÊ

Meclisa navçeya Xerbî (Rojava) ya bajarê Hesekê bi armanca şîrovekirina rewşa herêmê û gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civînek ji şêniyên navçeyê re li darxist.

Civîn li dibistana El-Mûtesêm Bileh yali taxa Kelasa bi tevlêbûna bi dehan şêniyên navçeyê li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYd) Şemsedîn Mele Ibrahîn axivî û got: "Di destpêka şoreşê de, hêza me bi xwe herêm ji Holê heta Serêkaniyê û gelek deverên din li Bakurê Sûriyê rizgar kirin."

Mele Ibrahîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ne surpirîz bû, lê belê dema wê bi wisa bû, di dema Erdogan gefa êrîşan li Bakur û Sûriyê dixwe de hat. 

Mele Ibrahîm wiha domand: "Amerîka dema derbasî herêmê bû daxuyanî da û diyar kir ku erka hêzên Amerîkayê piştî bi cihanîna sê noqteyan wê ji herêmê vekişe. A yekê tunekirina çeteyên DAIŞ'ê, ya duyemîn derxistina Îranê ji Sûriyê û astengkirina avakirina kevana Şîî û ya sêyemîn jî pêkanîna ewlehiya Sûriyê û demokrasiyê, lê heta niha hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar nebûne û Îran ji herêmê derneketiye."

Di berdewama axaftina xwe de Mele Ibrahîm destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve, hewl dide tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê de der bixe û Sûriyê parçe bike û ev tişt anî ziman: "Gelê Sûriyê yek e û dabeşkirina Osmanî red dike. Îro gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe di bin banê biratiya gelan û neteweya demokratîk de ne û serkeftin dê para gelê mafdar û hevgirtî be."

Di dawiya civînê de Mele Ibrahîm destnîşan kir ku Tikriye amadekariyê guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di heman dema êrîşan de hewl dide bi hezaran koçberên Sûriyê derbasî herêmê bike û wiha domand: "Armanca Erdogan ji gefan têkbirina yekîtiya gelê Sûriyê û pêkanîna guhertina demografîk e."

Di dawiya civînê de şêniyan destnîşan kirin ku ew ê li hember êrîşn artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

(şx)

ANHA