Çalakiyên gelê Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê didomin

Çakiyên şêniyên kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 7‘emîn de didome.

Çalakiyên gelê Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê didomin
Çalakiyên gelê Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê didomin
Çalakiyên gelê Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê didomin
22 kanûn, 2018   15:49

GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du konên çalakiyan vendane. Çalakî di roja xwe ya 7‘emîn de didome.

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin.

Bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Kedîm Îbrahîm axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemerî terora herî xeternak li cîhanê û hate gotin ku hevgirtina gelên herêmê berhemên xwîna şehîdan e.

Îbrahîm bang li civaka navdewletî kir ku rastiya li ser erdê bibînin û ji binpêkirinên li hemberî herêmê têne kirin çavê xwe negirin.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk Mustefa Ezîz axivî û got "Em postekê ji xaka xwe bernandin, berdêl çi be em ê herêma xwe biparêzin."

Ezîz her wiha got: "Me terror ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxist,  em ji gefên Tirkiyeyê natirsin, ji ber em xwediyê vê axê ne, em ê li hemberî dijmin bisekinin, serkeftin para me ye."

Bi navê Meclisa Jinên Sûriyeyê Şemsa Sîno û bi navê çalakgeran Şiwêş Bethawî axivîn û girîngiya têkoşîna li hemberî dagirkiriya Tirkiyê destnîşan kirin.

ANHA