Çalakiyên konvedanê ya herêma Serêkaniyê di roja 4‘emîn de ye

Çalakiyên konvedanê ya şêniyên Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 4‘emîn de didomin.

Çalakiyên konvedanê ya herêma Serêkaniyê di roja 4‘emîn de ye
Çalakiyên konvedanê ya herêma Serêkaniyê di roja 4‘emîn de ye
22 kanûn, 2018   15:16

HESEKÊ

Şêniyên Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên konvedanê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 4‘emîn de diome.

Konê çalakiyê de bi parnkatên bi nivîsên "Bijî yekitiya gelan", "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Na ji terora Erdogan re","Na ji bêdengiya navdewletî re der barê komkujiyên çeteyên Erdogan de li dijî sivîlan" hatiye xemilandin.

Bi dehan şêniyên herêmên, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî serdana çalakeran kirin.

 Di bin konê çalakiyê  bi navê Meclisa Malbata Şehîdan Hesen Ebid axivî wiha got:`` Erdogan nikare hêza xwe derbasî xaka me bike ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dê heya dilopa dawî ya xwînê parastina wê xaka xwe bikin."

Çalakî dê sibe  jî berdewam bike.

ANHA