Rêxistina El- Şebab du teqînên li Meqdîşoyê girt ser xwe

Rêxistina El- Şebab a girêdayî El- Qaideyê, du teqînên ku îro li paytexta Somalî Meqdîşoyê li heman deverê pêk hatine û di encam de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne, girt ser xwe. 

Rêxistina El- Şebab du teqînên li Meqdîşoyê girt ser xwe
22 kanûn, 2018   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Herdu teqîn li pey hev çêbûn, a destpêkê nêzî nuqteya lêgerînê ku nêzî Şanoya Nîştîmanî ye bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hat.  Piştî demek kurt li heman deverê teqînek din rû da.

Rêxistinê li ser radioya Endelosê anî ziman ku wan herdu teqîn pêk anîne û bi teqîna duyem jî kesên li devera teqînê kombûyîn kirine hedef.