YNK: Divê parastina herêmê ji gefên ku dikevin xizmeta DAIŞ`ê bê kirin

YNK`ê ji DYA`yê xwest xwe careke din biryara vekişandinê di ber çavan re derbas bike û di şerê li dijî terorê de dewam bike û wiha got: “Divê parastina herêmê ji gefên ku dikevin xizmeta DAIŞ`ê, bê kirin.”

YNK: Divê parastina herêmê ji gefên ku dikevin xizmeta DAIŞ`ê bê kirin
22 kanûn, 2018   13:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê biryara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê de, YNK`ê daxuyaniyek weşand û tê de teqez kir ku di rewşa heyî de tê xwestin piştgirî ji bo hêzên ku şerê terorê dikin û parastina herêmên Rojava ji gefên ku dikevin xizmeta DAIŞ`ê, bê kirin. YNK’ê diyar kir ku YPG, QSD û pêşmerge hêzên sereke ne ku li dijî terorê şer dikin û divê destekkirina wan were domandin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em pêşketinên dawîn û nûçeyên ku hişt tevlihevî li pişt biryara Amerîkayê ku dê ji Sûriyê derkeve û taybet ji herêmên Rojavayê Kurdistanê, dişopînin. Ev çend sal e Rojava bûye navendeke şer ku koalîsyonê li dijî terorê li Sûriyê dikir. Di demekê de ku hîna şerê li dijî terorê tê kirin, ev biryareke ne rast e.

Vekişandina Amerîkayê û DAIŞ hîna xetereyê li ser cîhanê dide û bêguman li ser hêzên di wekheviya Sûriyê û herêmî de dide çêkirin. Hêz û keda navneteweyî li dijî DAIŞ`ê qels dike û gelê Rojava û tecrubeya wan û gelê Sûriyê giştî rastî xetereyên terorê bên, dê aloziya Sûriyê xerabtir bibe û ber bi şerên nû ve bibe û temenê şerê Sûriyê dirêj bike. Ev biryara neyînî dê xetereyan li ser gelê Kurd ê li Sûriyê pêk bîne û rijandina xwînê li Sûriyê raneweste.

Em hêvî dikin ku Koalîsyona Navneteweyî di serî de Amerîka, careke din li biryara vekişandinê binêre û di şerê li dijî terorê de dewam bike û keda hevkariya siyasî ji aloziya Sûriyê re di nav de beşdarbûna adil û çalak ji gelê Sûriyê ye ku wek pêkhateyeke sereke di çêkirina destûrê de, beşdar bibin.”

(jo)

ANHA