Meclisa Ewlehiyê biryara belavbûna çavdêran li Yemenê erê kir

Meclisa Ewlehiyê roja Înê bi giştî biryara belavbûna tîmeke navdewletî li herêma El-Hudeyda ya Yemenê ji bo şopandina agirbestê erê kir.

Meclisa Ewlehiyê biryara belavbûna çavdêran li Yemenê erê kir
22 kanûn, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî diyalogên aştiyê ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Swêdê hatin lidarxistin, koma Ensarellah El-Hûsî ya ku alîkariya xwe ji Îranê werdigire û hikumeta Yemenê ku destekê ji Erebistana Siûdî werdigire, biryara agirbestê li bajarê Yemenê û vekişîna hemû hêzan, erê kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja Sêşemê agirbestê dest pê kir.

Neteweyên Yekbûyî, Sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres erkdar kir ku di nava mehekê de tîmekê ji bo şopandinê û alîkariya di navbera her du aliyan de ava bike.

Li gorî Reutersê ku Guterres di dawiya mehê de pêşniyar der barê xebatên şopandinê yên sereke, agirbest, jinûve belavkirina hêzên her du aliyan, destekdayîna rêveberî û şopandina rawestgehên deryayî yên El-Hudeyda, El-Selîf û Ras Îsa û xurtkirina hebûna NY`yê li herêma El-Hudeydayê de xwest.

Tê payîn ku Guterres raporeke heftane der barê pêkanîna biryarê de ji Meclisa Ewlehiyê re pêşkêş bike.

Nûnera Brîtanyayê li NY`yê Karen Pierce piştî dengdayînê ji meclisê re got "Divê hemû alî li gorî hevpeymanên xwe tev bigerin."

Ji ber şer, li Yemenê rewşa birçîbûnê derket holê. Bi milyonan gelê Yemenê li benda alîkariyan e. Zêdetirî ji sedî 80 îdxalên Yemenê bi rêya rawestgeha El-Hudeyda derbas dibûn lê ev yek bi awayekî berbiçav kêm bû.

(bx)