Li eniyên Şefaa û El-Sûse şer dewam dike

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên li eniyên Şefaa û El-Sûse dikin. Şervanên QSD`ê jî bersiva êrîşan didin. Li herêmê şer dewam dike.

Li eniyên Şefaa û El-Sûse şer dewam dike
22 kanûn, 2018   10:07

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê ji şeva din ve, êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên li gundên bajaroka Şefaa û El-Sûse dikin. Şervanên QSD`ê jî berisv dan êrîşan û di encamê de şerekî dijwar rû da.

Heman çavkanî teqez kir şer heta niha dewam dike û çete gelek erebeyên bombebarkirî bikar tînin.

Di şer de, panzêreke çeteyan kete destê şervanên QSD`ê û çeteyê ku panzêr dajot hate kuştin.

Şer dewam dike.

ANHA