Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûriyê, vekişandina Amerîka ji Sûriyê, pêkanîna peymana Stockholm li Yemenê û destwerdana Rûsya di karûbarê Filistînê de.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî ev in
22 kanûn, 2018   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Kurdan şiyariya reva girtiyên DAIŞ`ê û neçarbûna rawestandina şerê li dijî rêxistinê(DAIŞ) da

Têkildarî rewşa  Sûriyê, rojnameya El-Heyat behsa gefên Tirkiyê û vekişandina Amerîka û bandora wê li herêmê kir û got:”Piştî hevdîtinên li Parîsê, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got eger Tirkiyê êrîş bike, ew neçar dimînin ku şerê li dijî cihadiyan rawestînin û hêzên xwe li hemberî êrîşên Tirkiyê bicih bikin.  

Îlham şiyarî da û got ji ber gefên Tirkiyê û jinûve vejandina DAIŞ`ê, tirs heye ku rewş ji bin kontrolê derkeve. 

Li gorî çavkanî dibêjin, nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ`ê di destê QSD`ê de hene.”

Şeriq El-Ewset: Kurdan ji koalîsyonê xwe helwesta xwe ji gefên Tirkiyê zelal bike

Têkildarî heman mijarê, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Bi hezaran ji Kurdan li ber bargeha Koalîsyona Navneteweyî li bajaroka Çelebî yê girêdayî bajarê Kobanê meş lidar xistin. Di meşê de, dayîkan wêneyên zarokên xwe ku di şerê li dijî DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest dabûn, rakiribûn û ji Koalîsyona Navneteweyî û  Washington xwest ku helwestên xwe ji gefên Tirkiyê zelal bikin. Rojnamevanekî Kurd Sêreldîn Yûsif ku meş dişopand, got şêniyên herêmê ditirisin ku rêxistina DAIŞ`ê careke din bi navekî din vegere.”

Rojnameya El-Ereb jî behsa gefên Tirkiyê kir û got:”Tirkiyê bi awayekî eşkere hewl dide beşek ji axa sînorê hundirê Sûriyê qut bike û tevlî nava serweriya xwe bike. Tirkiyê vê yekê jî hewl dide bi dagirkirina yekser yan jî hêzên girêdayî xwe li wir bicih bike, pêk bîne û Kurdan ji wir derxe û guhartina demografî pêk bîne û bi hezaran ji koçberên Sûriyê(piraniya wan Erebên Sune) li wê herêmê bicih bike.

Dewleta Tirk li Efrînê jî ku bi desteka komên muxalif kire bin destê xwe, polîtîkeyên koçberkirina bi darê zorê li dijî Kurdan û guhartina demografî pêk anî.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Di demeke ku serhildan li Sûdanê dewam dikin û li hin bajarên din jî serhildan hatin destpêkirin, hikumeta Sûdanê dibistan li Xertûm û gelek bajarên din û malperên tevna civakî girtin. Ji aliyekî din ve jî, di encama şerê di navbera çalakvanan û hêzên ewlehiyê de, heta niha deh kes mirin.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê jî, rojnameya El-Ereb got:”Wezareta Derve ya Rûsya roja înê ragihand ku ew amade ye hevdîtinekê navbera Tevgera Hemas û  Fetih amade bike, da ku lihevkirineke niştimanî di navbera wan de pêk were.”

Amerîka

Her wiha girêdayî rewşa Amerîka jî, rojnameya El-Heyat got:”Ji ber istîfa Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê James Mathis, metirsî heye alozî di Qesra Spî de zêde dibe.”

Iraq

Rojnameya El-Heyat jî behsa hevdîtina serokê Iraqê Berhem Salih û serokwezîr Adil El-Mihdî ya têkildarî vekişandina Amerîkayê kir û got:”Iraq bandora vekşîna Amerîka ji Sûriyê lêkolîn dike, di demeke ku rewşa ewlehiyê ya navbera sînorê her du welatan(Iraq-Sûriyê) aloz e.”

Yemen

Têkildarî Yemenê jî, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî duh biryara, bicihkirina çavdrên navneteweyî li bajarê El-Hudyde yê Yemenê da, da ku çavdêriya li ser vekişandina hêzên çekdarî ji bajar bike. Bi vê yekê, peymana Stockholm a navbera Yemenê û Hûsiyan, bi çavdêriya navneteweyî dikeve meriyetê û destpêkirina çareserkirina siyasî li Yemenê.”

(kc)