‘Tirkiye hewl dide komkujiyên nû pêk bîne’

Şêniyên ku ketine greva birçîbûnê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze careke din komkujiyên nû li ser Ermen, Kurd û hemû gelên herêmê de pêk bîne.

‘Tirkiye hewl dide komkujiyên nû pêk bîne’
‘Tirkiye hewl dide komkujiyên nû pêk bîne’
18 kanûn, 2018   11:51

HESEKÊ

Konê greva birçîbûnê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyla Guven û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ket roja duyemîn.

Kon li Qada Şehîdan li ser rêya Serêkaniyê hatiye vedan û 200 kes beşdarî greva birçîbûnê bûne.

Şêniyan pankartên "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin ji bo ku azad bi serok Apo re bijîn", her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hildan.

Di roja duyemîn de gelek axaftin hatin kirin. Foza Yûsif, bi navê Komîteya Kedkaran Qasim Mistefa axivîn û destnîşan kir ku ku bi rêya girtina siyasetmedaran û Ocalan nikarin wan ji rêberê wan dûr bixin û teqez kirin ku dê bê deng nemînin û azadiya Ocalan bixwazin.

Axaftvanan da xuyakirin ku dijminatiya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe, ji ber ku Erdogan dixwaze Rêveberiya Xweser ku gelek destkeftî bi dest xistin û hêzên terorîst, bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê tune kirin, têk bibe. Axaftvanan bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî merheleya heyî tev bigerin û ji her hewldanên Tirkiyeyê hişyar bin û bi QSD`ê re bibin alîkar ku dijminatiya Tirkiyeyê têk bibin.

Axaftvanan diyar kir ku  Erdogan dixwaze ji nû ve serdema Osmaniyan vejîne û komkujiyan der heqê Ermen, Kurd û hemû gelên herêmê de pêk bîne.

Dê çalakiyên grevê heta seatên êvarê dewam bikin, tê payîn ku çalakî bi daxuyaniyekê ji aliyê PYD`ê û meşeke ku dê ji Qada Şehîdan dest pê bike, bi dawî bibe.

(jo)

ANHA