‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’

Şêniyên kantona Girê Spî çalakiya li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja sêyemîn de berdewam dikin. Şêniyan bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku li beramberî van gefên ku qanûnên nevneteweyî binpê dikin, helwesteke diyarker nîşan bidin.

‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’
‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’
‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’
‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’
‘Hikumeta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire’
18 kanûn, 2018   13:06

MIHEMED EL-EHMED - TIRKÎ EL-KALID / GIRÊ SPÎ

Çalakiya şêniyên kantona Girê Spî ya li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ku li dijî gefên dagirkeriyê destpê kirîn, di roja sêyemîn de berdewam dike.  

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî ya herêma Firatê berê xwe dan konê çalakiyê û diyar kir ku dev ji axa xwe bernadin û vê dijminahiya li ser herêmên xwe red dikin.

Yek ji beşdarvanên çalakiyê Zelîxe Mihemed ji ajansa me re diyar kir ku hikumeta Tirk, ne rêzê ji maf, ne jî ji qanûnên navdewletî re digire û êrîşî gelên ku li ser bingeha biratî û jiyana hevpar dijîn, dike.

Zelîxe da zanîn ku bingeha hikumeta Tirkiyê li ser dijminatî, talan û koçberkirinê ava bûye û Cerablus û Efrîn mînakê vê yekê ne.

Beşdarvanê bi navê Mislim Mislim jî destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Ermen, Siryan li dijî dijminahiya li ser vê xakê ne û wiha got: “Em dest ji xaka xwe bernadin û dê li hemberî dagirkeran bisekin in.”

Mislim bal kişand ser siyaseta Erdogan û çeteyên wî di bingeh de dizîn û talankirina malên gel heye û Efrîn mînak da.

Zelîxe û Mislim bang li rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan kir ku ji bo van gefên Tirkiyê li hember welatê wan, helwesta xwe nîşan bidin.

Tê payîn ku şêniyên kantona Girê Spî heta rojên pêş çalakiya xwe bidomînin. Her wiha meclisa kantonê ku çalakiyê bi rê ve dibe, got ku çalakî dê heta 7 rojan bidome.

(ekîb)

ANHA