Gelê Şengalê biryara girtina korîdor şermezar dike

Gelê Şengalê girtina korîdora mirovî ya Rojava-Şengalê şermezar dike.

Gelê Şengalê biryara girtina korîdor şermezar dike
18 kanûn, 2018   11:40

NAVENAD NÛÇEYAN

Korîdora mirovî ya Rojava-Şengalê ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya ser Şengalê ku 2014'an hatibû kirin, ji hêla Iraqê ve 15'ê Kanûnê hate girtin. Bi sedan Êzîdî û Ereb girtina korîdorê şermezar kirin. Çalakiyê îro jî domand.

Piştî ku çalakgeran bi rayedarên Iraqî re rûniştin, hate gotin rayedaran gotine, ''ew ê li ser mijarê bisekinin''. Gel jî got, ''Heta ku korîdor vebe û biryareke fermî were standin em ê çalakiya xwe bidomînin.''

Gel serdana ciwanan kir, ku kon danîbûn, li vir agir dadan û biryar şermezar kirin.

Tê payin ku rayedarên Iraqî û fermandarên Mûsilê îro biçin ser sînor û gel re rûnin.