Nexweşxaneya El-Besîra ji nû ve aktîf bû

Ji beriya rizgarkirina rojhilatê bejahiya Dêrazorê ve Nexweşxaneya El-Besîra tenê dîwarên wê yên bê pencere mabûn. Piştî rizgarkirinê, niha bi keda Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Dêrazorê veguherî nexweşxaneyek çalak û her roj gelek nexweşan pêşwazî dike.

18 kanûn, 2018   09:02

DÊRAZOR

Nexweşxaneya El-Besîra jî wekî hemû bajarên Sûriyê, piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê veguherî avahiyek vala. Piştî rizgarkirina bejahiya rojhilatê Dêrezorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi xebatên restorekirina nexweşxaneyê kir.

Bi keda rêveberiya nexweşxaneyê, nexweşxane ji xaniyekî kavil veguherî nexweşxaneyeke çalak ku rojena gelek nexweşan pêşwazî dike.

Rêveberê nexweşxaneyê Dr.Udey Qenber diyar kir ku dema wan dest bi xebatên restorekirinê kir, ji bilî dîwar û texteke muayenekirinê tiştek tune bû. Nexweşxane piştî 2 mehan, bi kedeke mezin a rêveberî û kadroyên nexweşxaneyê, beşa destwerdana lezgîn bi 8 textan, 12 textên veguhastinê, ambulansek û dermanxeyekê kete meriyetê.

Qenber gotinên xwe wiha domandin: "Bi berdewamkirina desteka Meclisa Sivîl, me avahiya nexweşxaneyê sererast kir û bi hemû amûrên tenduristiyê amade kir."Her wiha di nexweşxaneyê de kadroyeke pirspor ji bijşîk, hemşîre û gelek karmendên tenduristiyê pêk tê. Tevî xizmetên ku nexweşxane pêşkêş dike, ambulansa nexweşxaneyê haletên rewşa awarte vedughêzîne nexweşxaneyên pispor. Di heman demê de nexweşxane alîkariyê dide veguhestina şervanan û dermankirina wan li eniyên şer.

Ji bo xizmetên nû amedekarî tê kirin

Qenber destnîşan kir ku di nexweşxaneyê de bijîşkên pispor ên beşên zarokan, nexweşiyên giştî, sinîr, hundirîn, jin û beşa dermankirina fizîkî 24 seetan dixebitin. Qenber diyar kir ku amadekariyên vekirina beşên diran, pitik û radyasyonê tên kirin. Kadroya nexweşxaneyê, bi kadroyên xwe yên tenduristî û rêveberiyê ve ji bo parastina li dijî nexweşiyên vegirtinê di nava gel de dixebitin. Nexweşxaneya El-Basîra ji bo peydakirina derman û amûrên tenduristiyê alîkariyê ji Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Heyva sor a Kurd û rêxistina Bihar a destekê digire.

ANHA