Li Reqayê mazot li şêniyan tê belavkirin

Saziya SATKOP bi koordîneya meclîs û komînên bajarokê El-Himêrat re bi nirxek guncaw mazotê li şêniyan belav dike.

Li Reqayê mazot li şêniyan tê belavkirin
Li Reqayê mazot li şêniyan tê belavkirin
Li Reqayê mazot li şêniyan tê belavkirin
17 kanûn, 2018   09:15

REQA

Saziya SATKOP’ê xebatên belavkirina mazotê li şêniyên El-Himêrat berdewam dike û hindik maye ku beşa yekemîn bi dawî bike. Heta niha saziyê 440 hezar lître mazot belav kiriye.

Girêdayî mijarê çavdêrê xebatên belavkirinê Esed El-Meshûc wiha axivî: "Heya niha me 440 lître mazot li şêniyên Meclisa Rojava ya bajarok belav kiriye. Heta niha ji sedî 90 mazot li gel hatiye belavkirin. Piştî bi dawîbûna beşa yekem emê dest bi belavkirina beşa duwem bikin.”

Bi nîvê nirxê sûkan tê dayîn

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziya SATKOP’ê ji destpêka zivistanê ve xebatên belavkirina mazotê li şêniyên Reqayê bi buhayê 55 lîreyên Sûriyeyê ku para her malbatekê li ser du beşan 400 lître mazot e, dest pê kiriye. Buhayê lîtreya mazotê li sûkan di navbera 100-125 lîreyên Sûriyeyê de ye.

ANHA