Jinên Qamişlo: Ev ax axa me ye, em nahêlin dagirker bikevin axa me

Jinên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku Erdogan hewl dide fitneyê bixe nava gelê Bakurê Sûriyê û bi rêya gefên xwe dixwaze pirsgirêkên di hundirê Tirkiyeyê de veşêre.

Jinên Qamişlo: Ev ax axa me ye, em nahêlin dagirker bikevin axa me
14 kanûn, 2018   11:24

SILAVA EBDULREHMAN – HÊZA HESEN / QAMIŞLO

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîb Erdogan di demên dawîn de gef xwarin ku dê êrîşî herêmên bakurê Sûriyê bike, duh jî êrîşî gundekî Şengalê û Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Di êrîşê de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn.

Der barê mijarê de, jinên Qamişlo destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi hev re li pêşiya komployan û êrîşên dagirkeran bisekinin.

Erdogan hewl dide fitneyê bixe nava gelê bakurê Sûriyê

Dayika Etiyê Izet ji şêniyên Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, gef û êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk tînin, şermezar kirin û wiha got: "Erdogan hewl dide fitne û belbelê bixe navbera gelê bakurê Sûriyê."

Dayika Etiyê destnîşan kir ku kes nikare îradeya wan bişikîne û wiha got: “Êrîşên Erdogan nikarin me ji rêya me ya têkoşînê qut bikin, em ê her li ser rêya şehîdên xwe bin."

Dayika Etiyê da zanîn ku divê yekbûn hebe ku li pêşiya êrîşên dagirkeran bisekinin û wiha  got: "Dem dema yekbûnê ye û şikandina dijmin e."

Tirkiyê bi gefên xwe çavên cîhanê li ser pirsgirêkên xwe yên hundirîn dûr dixe

Şêniya bi navê Hindirîn Xelîl ji şêniya taxa Kornîş e, destnîşan kir ku Tirkiyê dixweze aloziya hundirîn derbasî dewletên derve bike û çavên cîhanê li ser pirsgirêkên ku rastî wê tên, dûr bixe.

Hindirîn bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çi bikin nikarin îradeya wan bişikînin û wiha got: "Piştî şoreşê hêza me mezintir bû û rêxistina me xurt bû, em bi hêz in û gavekê paşde venagerin."

Erdogan bavê DAIŞ`ê ye, rihê DAIŞ`ê ye

Her wiha dayika Hediye Ebdo ji taxa Qenet El-Siwês, diyar kir ku QSD nêz bûye ku çeteyên DAIŞ`ê di cihê dawîn li Hecînê de tune bike, ji bo wê Tirkiyê hewl dide pêşketinên QSD`ê asteng bike û êrîşî li ser herêmên rizgarkirî dike û wiha got: "Erdogan bavê DAIŞ`ê ye."

Hediye wiha pê de çû: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em ê parastina hebûna xwe bikin, ji ber ev ax axa me ye, em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin."

(jo)

ANHA