Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya şaredariyan hemleya paqijkirina gundên rojhilat û rojava yên rizgarkirî didomîne.

Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê didome
9 kanûn, 2018   09:15

DÊRAZOR

Parêzgeha Dêrazorê ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê di nava 4 salan de gelek zor û zehmetî dîtin. Aliyê xizmetguzariyê hatibû paşguhkirin û ji ber wê çop û bermahiyên şer, di kolanan de kom bûbûn.

Sala 2017`an şervanên QSD`ê dest bi hemleya Bagera Cizîrê kir. Gundewarên rojhilat û herêmên rojavayê gundewarên Dêrazorê rizgar kirin. Paşê Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin. Meclisa Sivîl a Dêrazorê 1`ê Tîrmeha derbasbûyî dest bi hemleya paqijiyê kir û hemle heta niha bi alîkariya şaredariyan didome.

Li gorî berpirsên Komîteya Xizmetguzariyê heta niha gundewarên rojava, rojhilat û bakurê Dêrazorê hatine paqijkirin. Her wiha destnîşan kirin ku dê dest bi paqijkirina herêmên ku şaredarî û navendên xizmetguzariyê li wan hatine vekirin, bikin. Tê payîn ku dê hemleya wan di dawiya meha Adarê ya 2019`an de were bidawîkirin.

Berpirsan diyar kir ku 45 dibistan ji gundewarên rojava û 65 dibistan ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji bermahiyên şer û çopê hatine paqijkirin.

Di vê çarçoveyê de gerînendeyê hemleya paqijkirinê Yasir El-Elî diyar kir ku wan piraniya dibistanên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê paqij kirine û hemleya wan heta niha didome.

(bx)

ANHA