Greva birçîbûnê li Çilaxa di rojan duyemîn de didome

Çalakvanên greva birçîbûnê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo di roja duyemîn de çalakiya xwe ji bo piştgiriya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan didomînin.

Greva birçîbûnê li Çilaxa di rojan duyemîn de didome
Greva birçîbûnê li Çilaxa di rojan duyemîn de didome
Greva birçîbûnê li Çilaxa di rojan duyemîn de didome
8 kanûn, 2018   11:29

QAMIŞLO

70 welatiyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star beşdarî greva birçîbûnê bûn. Greva birçîbûnê bi armanca piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya bajarê Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven ku di zindana Amedê de ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye û ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye organîzekirin.

Di nava beşdarên greva birçîbûnê de endam û rêveberên sazî û dezgehên navçeyê hene.

Şandeyên saziyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê ji serê sibê ve serdana konê çalakiya greva birçîbûnê dikin. Di serdanê de endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Heyfa Mehmûd axivî û diyar kir ku heta Ocalan tê rizgarkirin, ew bi israr in.

Heyfa Mehmûd piştgiriya xwe ji bo hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP'ê ya bajarê Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven ragihand û wiha anî ziman: "Em ê çalakiyên xwe yên piştgiriya rêberê xwe re û têkoşer Leyla Guven bidomînin û em amade ne bi hemû derfetên xwe tev bigerin."

Li gorî komîteya amadekar çalakiya greva birçîbûnê îro di saetên şevê de bi dawî dibe.

ANHA